Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê li gor zagona 28.03.1983’yan a bi hejmara 2809 û bi hejmara 8562an di 25.01.2016an de hatiye damezrandin.
Dibistana me ji du beşan pêk tê: Beşa Wergêrî û Wergêranê ku di 05.04.2017an de bi hejmara 24546 hatiye damezrandin û Beşa Zimanên Biyanî ku di 14.09.2017an de hatiye damezrandin.
Beşa Wergêrî û Wergêranê ji Serokatiya Şaxa Makezanista Wergêrî û Wergêrana Ingilîzî û Serokatiya Şaxa Makezanista Wergêrî û Wergêrana Erebî, Beşa Zimanên Biyanî jî ji Bernameya Amadekariya Zimanê Biyanî pêk tê.
Dibistana me ji sala akademîk a 2019-2020an pê ve dê xwendekaran ji bo Şaxa Makezanista Wergêrî û Wergêrana Ingilîzî werbigre.