T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU KOLEJA ZİMANÊN BİYANÎ
  • /
  • Beşa Zimanên Biyanî

T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU

Beşa Zimanên Biyanî

Beşa Zimanên Biyanî yekeya perwerde, sêpandin û lêkolînên zanistî yên zimanê biyanî ye ku ew li polên amadekariyê tê dayîn. Ew vê perwerdê ji bo xwendekarên ku ji bo bernameyên Zanîngeha Mardîn Artukluyê yên lîsans/dibistana bilind hatinê qabulkirin û li gor çarçoveya Rêziknameya Perwerde û Ezmûnkirina Bernameya Pola Amadekariyê ya Dibistana Bilind Zimanên Biyanî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê pêk tîne. Ji bo ku karûbarên perwerdê û hîndekariyê li gor armancên bernameyê pêk werin û qalîteya wê bilindtir bibe, yekeyên Piştgiriya Xwendekara, Afirandina Materyala, Amadekirin, Nirxandin û Pîvandina Ezmûnan, Plankirin û Afirandina Bernameyan hatine damezrandin.

Di nav armancên Perwerde-Hînkirina Pola Amadekariyê ya Ziman de çend xal hene ku ew jî evin: bikaranîn û pêşverbirina şiyana xwendin, axaftin, nivîsandin û guhdarîkirinê ya zimanê biyanî; şopandina pêşveçûn û weşanên warên zanistî; pêkanîna şiyan û beşdarîbûna çalakiyên zanistî yên zimanên biyanî û peydakirina şiyana têkiliya zimanî di çarçoveya  Referansa Ziman ya Hevpar a Evrupa (CEFR) ya ku pêdiviya xwendekaran li jiyana çandî û civakî pê çêdibe.

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü