T.C. MARDİN ARTUKLU ÜNİVERSİTESİ TURİZM FAKÜLTESİ
  • /
  • KASIMİYE MADRASAH (KURDISH)

KASIMİYE MADRASAH (KURDISH)

Medreseya Qasimiyeyê

Avakirina medreseyê di serdema Artukiyan de (sedsala 13an) dest hatibû dest pêkirin, lê ji ber êrîşên Moxolên di bin desthilatdariya Tîmûr de nîvco ma. Gelek çavkanî diyar dikin ku avahî di dawiya sedsala 15an de di serdema Sultan Qasim Ibn Cihangirê Akkoyûnî (1487-1507) de hatiye temamkirin. Ji ber ku nivîstekeke avakirinê li ser medreseyê tune ye, mirov nikare agahiyên teqez li ser wê bidest bixe. Medreseya Qasimiyeyê li başûrrojavayê navenda bajarê Mêrdînê hatiye avakirin û li deşta Mezopotamyayê dinêre. Li ser Deriyê Tacê yê bi heybet ê avahiyê ku yek ji mînakên herî xweşik ên kevirsaziya Mêrdînê ye, kompozîsyonek hatiye çêkirin ku li kêleka wê motîfên kulîlk û geometrîk bi hev re hatine nexşkirin. Medrese li dora hewşa îwanê hatiye çêkirin, ji du qatan pêk tê û tê de bîst û sê ode hene ku. Ji van odeyan yanzdeh li qata jêrîn û donzdeh jî li qata jor in. Li ber deriyê Tacê yê avahiyê, li hemberê salonê, odeya muderrîsan û li başûrrojavayê salonê jî beşa mescîtê heye, ku yek ji mezintirîn beşên avahiyê ye. Li bakurê hewşê îwanek bi kanî (selsebil) heye û di nîvê hewşê de hewzeke çargoşeyî heye, ku ava kaniyê di hewzên veguheztinê re diherike. Li başûrrojavayê hewşa medreseyê di odeya ku bi qubbeya qetqetî hatiye veşartin de du heb sandûkayên sembolîk hene. Tê texmînkirin ku li vê cihê ku wekî tirbeyê ye, gorên Qasim Beg û xwişka wî hene. Bilindahiya deriyên polên li hewşê ji yek metreyî hinekî zêdetir e. Wusa tê fikirîn ku sedema vê jî ev e, "Dema ku şagird here cem mamosteyê xwe, divê serê xwe bitewîne û hurmetê nîşan bide.". Tê fikirîn ku sembolên li ser deriyan nîşan didin ka di wê demê de li polan kîjan ders dihatin dayîn. Li gorî çavkaniyan heta Şerê Cîhanê yê Yekem li medreseyê bênavber perwerde dihat dayîn. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî wê de ji bo demekî wekî xaniyek leşkerî hatiye bikar anîn. Tê zanîn ku dema ku medrese aktîf bû, ne tenê perwerdehiya olî di heman demê de zanistên pozîtîf jî (Tib, Astronomî, Matematîk, Kîmya) dihat dayîn. Li gorî çavkaniyan, Medreseya Qasimiye di sedsala 16'an de li Mêrdînê saziya herî dewlemend û saziya ku dahata wê herî zêde bû. Li gorî gotinên cuda, Kasım Ibn Cihangir di vê medreseyê de ji aliyê mamê xwe Uzun Hasan ve hatiye qetilkirin. Tê bawerkirin ku li ser dîwarên beşa îwan a medreseyê şopa xwîna Sultan Qasim heye. Lêbelê, nimûneyên ku ji van lekeyên li ser dîwarê medreseyê hatine derxistin ku dihate bawer kirin ku şopên xwînê bûn, bi reaktîfên Kastle-Mayer, Adler û Luminol hatine lêkolîn kirin û dûv re jî nimûneyên bi difraktometreya rontgenê (XRD) hatine lêkolîn kirin ji bo ku avahiya mîneral ya kevir û maddeya ku lekeyê çêdike bê diyarkirin. Di encama analîzê de derket holê ku ev lekeyên hanê ji eslê xwe nebatî bûn.

Beşa Kaniyê

Li gorî felsefeya tesewufî ya îslamî, di kaniya bi selsebil a li îwanê ya ku di hewşa medreseyê de, jiyana mirovan ji zayînê heta mirinê û encamên wê bi herikîna avê tê sembolîzekirin. Ava ku ji kaniyê derdikeve, zikê dayikê temsîl dike û wek destpêka jiyanê tê dîtin. Cihê yekem ku ew av dirije beşa pitikan e, li dûv wê li gorî aliyê herikîna avê beşa zaroktiyê, beşên ciwanî û pîrbûnê tên. Hewza ku di hewşa medreseyê de ye û wekî qada dawî ya ku av lê diherike tê dîtin, wekî hewza "Mehşer"ê tê dîtin.

Mehmet Taş

Mehmet TAŞ ê ku bi rûyê xwe yê bi ken, bi ked û dilsoziya xwe bi salan li Medreseya Qasimiye wezîfe kir, di Çileya 2014'an de di 65 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü