Mîsyon û vîzyona Zanîngeha Mardin Artukluyê ku li ser stratejiya 5T’yê (Tib, Turîzm, Sêwiran, Çandinî û Bazirganî) hatîye avakirin, bi prensîbên misogerkirina kalîteyê yên Lijneya Xwendina Bilind (YÖKAK) û standardên kalîteyê yên Herêma Xwendina Bilind a Ewropî (ESG) re ahengdar e. Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê jî li gor mîsyon, vîzyon û stratejiya zanîngeha me tevdigere. Enstîtuya me çandeke kalîteyê pejirandiye ku ji hêla başkirina domdar di warên sereke de tê rêvebirin.
Polîtîkaya me ya kalîteyê li ser van prensîban e:
- Başkirina domdar: Perwerdehiya master-dokrorayê, lêkolîn û pêvajoyên beşdariya civakî. Ji bo van mijaran nirxandina birêkûpêk û başkirina domdar.
- Beşdariya aliyên peywendîdar: Misogerkirina beşdariya çalak a aliyên peywendîdar yên wek; xwendekar, fakulte, karmendên îdarî û mezun.
- Şefafî û hesabdayîn: Hemî çalakî bi awayekî vekirî, adil û şefaf tên meşandin. Hesabdayîn ji bo civakê û aliyên peywendîdar xaleke sereke ye.
- Bernameyên danûstandina navneteweyî: Erasmus+, Mevlana, û Farabi, hwd. Zêdekirina hevkariyên navneteweyî. Piştgiriya ji bo zanyar û akademîsyenên biyanî.
- Beşdariya civakî: Pêşkêşkirina xizmetên rû bi rû di dersên Kurdî, Erebî û Suryanî de; organîzekirina kongre, sempozyûm û atolyeyan. Beşdariya pêşketina herêmî û neteweyî.
- Lêkolîn û nûjenî: Teşwîqkirina nirxên nûjen û dîsîplînkirî di pêşkeftina zanistî de, pejirandina pîvanên exlaqî, û navneteweyî.
- Berdewamî: Bikaranîna çavkaniyan bi bandor, bikêrhatî û bi berçavgirtina cihêrengiya çandî.
- Dîjîtalîzekirin û zanista vekirî: Yekkirina teknolojiyên dîjîtal ji bo perwerde, lêkolîn û beşdariya civakî; misogerkirina belavkirina vekirî ya agahdariyê bi polîtîkayên vekirî.
Hemû çalakiyên di çarçoveya polîtîkaya me ya kalîteyê de ji hêla Komîsyona Kalîteyê ya Enstîtuyê ve têne meşandin. Têgihîştinek li ser plansazkirin, pêkanîn, bikaranîn û başkirina domdar tê pêşxistin.
Komara Tirkiyeyê Rektoriya Zanîngeha Mardin Artuklu