T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU ENSTÎTUYA ZİMANÊN ZİNDÎ
  • /
  • Mîsyon û Vîzyon

Mîsyon û Vîzyon

Mîsyon

Enstîtuya Zimanên Zindî yên Zanîngeha Mardîn Artukluyê, li ser bingeha zanistî vekolînkirina binyada pirzimanî û pirçandî ya Tirkiyeyê û herweha di qadên Ziman û Çanda Kurdî, Ziman û Çanda Erebî, Ziman û Çanda Suryanî de birêvebirina faaliyetên perwerde û hînkirinê di astên lîsansa bilind de ji xwe re kiriye mîsyon.

Enstîtuya me armanc dike ku standartên akademîk ên gerdûnî bişopîne; armanc dike ku beşdarên weha bigihîne ku karibin bi awayekî rexneyî bifikirin, vekolînên analîtîk bikin, xwedî wê hişmendiyê bin ku dilsoziya nirxên etîk ên zanistî û curbicuriya çandî biparêzin.

Di vê çarçoveyê de ne ku bi tenê berhemanîna akademîk armanc dike, herweha armanc dike ku bi nêrîneke çareserkirinê beşdariyê li pirsgirêkên herêmî û civakî bike, di astên herêmî û global de daneheva zanistî parve bike û zanîna zanistî ragihîne civakê.     

Vîzyon

Vîzyona Enstîtuya Zimanên Zindî ew e ku di xebatên qadên ziman û çandî de bibe navendeke pêşeng a vekolîn û perwerdeyê di asta navneteweyî de.         

Enstîtuya me armanc dike ku di warê parastin, belgekirina mîrasa zimanî û çandî -di serî de Ziman û Çanda Kurd, Ereb û Suryaniyan- û bi rêbazên zanistî bipêşxistina wan de bibe pêşeng; bi vekolînên nûjenparêz, navneteweyî û teknolojiyê beşdariyê li cîhana zanista gerdûnî bike.

Ligel vê, enstîtuya me bi berhemanîn û parvekirina zanînê -ku dê beşdariyê li aştiya civakî, diyaloga navçandî û pêşketinên berdewam bike- bi tenê ne di asta herêmî de, herweha di asta navneteweyî de dibe enstîtuyeke rêzdar û wek referans tê nîşandan 

Nirxên Bingehîn

- Azadiya akademîk

- Etîk û duristiya zanistî

- Curbicurî û rêzdariya çandî

- Têkarî û berpirsiyariya civakî

- Nûjenparêzî û dîjîtalbûnî

- Navneteweyîbûnî

Armancên Stratejîk

- Berhemanîna vekolînên hêja yên pişt-lîsansê derbarê ziman û çanda Kurd, Ereb û Suryaniyan de

- Bipêşxistina hevkariyên neteweyî û navneteweyî

- Hêsankirina ragihaniya zanînê bi projeyên zanîna vekirî û arşîvên dîjîtal

- Berhemanîna çareseriyên navdisîplînî bo pirsgirêkên herêmî

- Pêşkêşkirina bernameyên ku dê şarezayiya akademîk û pîşeyî ya xwendekaran zêde bike

Komara Tirkiyeyê Rektoriya Zanîngeha Mardin Artuklu