Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, bi armanca ku di qada zimanên zindî yên li Tirkîyeyê yên mîna Kurdî, Erebî û Suryanî de vekolînên zanistî yên fêrkarî û perwerdeya serlîsansê pêk bîne, di 10ê Çileyê Pêşî yê sala 2009an de di bin banê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê de vebûye. Bi vê taybetmendîya xwe wekî enstîtuya ewil a Tirkîyeyê ketiye dîrokê. Ev enstîtu wekî yekîneyeke pêşewa ya akademîk, ji avabûna zanîngeha me heta îro di nav çalakîyan de ye û di qada ziman û kulturê de pêşkêşkirina xebatên xwe yên xweser berdewam dike.
Hedefa enstîtuya me ew e ku di mercên xwe yên layiqî hîyama îro de, bi kadroya xwe ya hêzdar a akademîk û bi bernameyên xwe yên dewlemend û curecureyî yên serlîsansê, pisporên wisa bixwerazî bigihîne ku xwedî behremendîyeke hizirîner a rexnegir bin û bikaribin di asta navneteweyî de vekolînan pêk bînin. Ji wextê ku enstîtuya me ava bûye heta îro ji bernameyên wê yên lîsansa bilind a bitez 200; ji bernameyên lîsansa bilind a bêtez 1062 xwendekar hatine mezûnkirin, van mezûnên me di dam û dezgayên qamûyê de, di sektora taybet û zanîngehan de dest bi kar kirîye û mifaya wan ji çavkanîya mirovên behremend ên welatê me re çê bûye.
Ji sala 2021ê pê ve bernameyên doktorayê di hemû beşan de hatine vekirin û wan dest bi qebûlkirina xwendekaran kirîye. Bi taybetî bernameya doktorayê ku di Şaxa Makezanista Ziman û Kultura Suryanî de hatîye vekirin, li dinyayê wekî bernameya ewil a doktoraya ketîye dîrokê. A niha ev şax bi 20 xwendekarên xwe yên doktorayê fêrkarî û perwerdeya xwe berdewam dike.
Di enstîtuya me de li kêleka çalakîyên perwerdeya serlîsansê, xebatên mîna vekolîn û lêhûrbûnê tên kirin û çalakîyên mîna semîner, sempozyum, kongre, komxebat û konferansan tên lidarxistin. Bi xêra wan bi dehan aktîvîteyên zanistî ku heta îro hatin kirin, venasîna enstîtuya me di qadên neteweyî û navneteweyî de zêdetir kirîye. Bi ser de jî bi awayekî birêkûpêkî, kursên rûbirû û onlayn yên Kurdî, Erebî û Suryanî dide û bi vî awayî mifa dide civakê.
Enstîtuya me daxilî nav bernameyên veguherînê yên Farabî, Mewlana û Erasmusê ku venasîna neteweyî û navneteweyî zêde dikin. Lewra ew bi vî awayî ji bo navnetweyîbûnê ked û hewleke jidil dide. Enstîtuya xelata etîketa AKTS (ECTS Label) ku ji alîyê Komîsyona Yekîtîya Ewrûpayê ve tê dayîn bi dst xistîye û ew wê Pêveka bi Îngilîzî ya Dîplomeyê ku di Pêvajoya Bolognayê de 47 welat wê nas dikin, dide hemû mezûnên xwe.
Enstîtuya me bi mebesta çalakîyên weşangerîya akademîk, ji sala 2016an ve kovareke bi navê The Journal of Mesopotamian Studies (JMS) derdixist. Wê ji sala 2023yan vir ve navê wê guhertîye û danîye Artuklu Kurdology. Ev weşan wekî kovareke akademîk a bihekem a navneteweyî, di biwarê ziman, kultur û dîrokê de ji bo xebatên xweser hîn jî
Komara Tirkiyeyê Rektoriya Zanîngeha Mardin Artuklu