T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU ENSTÎTUYA ZİMANÊN ZİNDÎ
  • /
  • Ziman û Çanda Erebî

Ziman û Çanda Erebî

Bernameya Doktorayê ya Ziman û Çanda Erebî

Bernameya Doktorayê ya Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Erebî ji sala perwerdehiya 2022-2023an va di çarçoveya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê da dest bi qebûlkirina xwendekaran kir. Di bernameyê de ziman û edebiyat, wêjeya berawirdî, zaravayên erebî û mijarên folklorî yên bi van zaravayan ve girêdayî bi awayekî zanistî tên nîqaşkirin û di vê wateyê de jî tê armanckirin ku xebatên girîng li wêjeyê bên kirin.

Di bernameya me ya doktorayê de dersên wek Dîroka Edebiyata Erebî, Rêziman û Zanînên Hevoksaziyê û Xwendina Nivîsên Erebî, Helbesta Klasîk a Erebî û Helbesta Erebî ya Nûjen jî hene û dersên wekî Dîroka Çanda Erebî, Zaravazanî, Çanda Devkî ya Erebî jî cih digirin.

Di bernameya me ya doktorayê de bi zimanên erebî û tirkî nivîsandina tezên bi du zimanên cuda pêkan e.

Ji ber ku li Tirkiyê pêdiviya pisporên vê qadê digel akademiyê di qadên din de jî heye, ji bo kesên ku bernameyê bi serkeftî biqedînin, ev qad di warê kariyerê de avantajên girîng peyda dike.

Derbarê Bernameya Ziman û Çanda Erebî Mastera Bitez de

Bernameya Mastera Bitez a Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Erebî ya ku di çarçoveya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdînê Artukluyê de ye ji sala 2017an vir ve xwendekaran qebûl dike. Di vê pêvajoyê de, bi dehan xwendekarên me ku di nav wan de xwendekarên biyanî jî hene, di vê bernameyê de perwerdeya xwe bi serkeftî qedandin û mezûn bûn.

Di Bernameya Mastera Bitez a Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Erebî de, ji bilî xwendina li ser ziman û wêjeyê, wêjeya berawirdî û bi taybetî xebatên li ser zaravayekî erebî tê kirin, zaravayê ku li bajarê Mêrdînê û derdora wê tê axaftin; herwiha mijarên folklorî yên vî zaravayî bi zanistî têne lêkolîn kirin û bi vê yekê tevkariya edebiyatê tê kirin.

Di Şaxa Makezanista me de, ji bilî dersên wek Dîroka Edebiyata Erebî, Rêzikên Rêzimana Erebî û Xwendina Metnên Erebî ku li Tirkiyê di bernameyên hevwate de têne dayîn, dersên li ser mijarên taybet ên wekî Dîroka Çanda Erebî, Zaravanasî û Çanda Devkî ya Erebî jî hene.

Di Şaxa Makezanista me de, mamosteyên ku di warên xwe de pispor in kar dikin ku tevî wan endamên hîndekariyê yên biyanî jî hene. Digel vê yekê, pirtûkxaneya perwerdehiya pişt-lîsansê û fersenda gerên qadê jî ji bo xwendekaran heye.

Di Bernameya Mastera Bitez de hem bi Erebî û hem jî bi Tirkî nivîsandina tezan mimkun e.

Ji ber ku pêdiviya pisporên qadê yên ku di vî warî de perwerde dîtine li Tirkiyê di saziyan de heye, di warê kariyerê de jî ev yek avantajê dide mezûnên vê bernameyê.

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü