T.C. ZANİNGÊHA MARDİN ARTUKLU KOLEJA ZİMANÊN BİYANÎ
  • /
  • Beşa Wergêrî û Wergêranê

Beşa Wergêrî û Wergêranê

Di nav armancên damezrandina beşa Wergêrî û Wergêranê ya çar salan de perwerdekirina wergêrên ku karibin têkiliyên netewî, navneteweyî û navçandî; pêşkêşkirina agahiyên teorîk û metodolojîk digel muktesebata nivîs, ziman û çandê ji bo xwendekaran; ji bilî ziman, wêje û zimanasiyê, zêdekirina hişyariyê ji bo danûstandina heyî ya bi warên din ên wekî dîroka wergêranê, civaknasî û derûnasiyê; kirina xebatên hişyarkirinê yên derbarê wergêr û pîşeya wergêriyê; perwerdekirina wergêrên akademîk di warên rexne û wergêrana wêjeyî, amûrên wergêrandinê, rêveberiya projeyên pirzimanî, wergêrana bi alîkariya komputerê, wergêrana teknîkî, ferhengnasî, têgehnasî hene. Di vê bernameyê de lêkolîn û sêpanên wergêranê tên kirin û pêşverbirina stratejiya wergêranê û hunera wergêranê ya namzetên wergêriyê tê peydakirin. Ew tê piştgirî kirin ku xwedekar bi saya derfetên wergêrandinên sêpandî; bernamemeyên veguheztinê, projeyên wergêrandinê û çalakiyên netewî/navneteweyî dê karibe têkiliya pratîk û teoriya wergêranê bike. Pêşveçûna xwendekaran ji hêla pratîka wergêrandinê bi karanîna derfetên teknolojîya modern a zimên ve tê piştgirîkirin. Wergêrên takekesî û wergêrên ku di nav komekê de karibin bixebitin tên perwerdekirin ku ew amûrên wergêrandinê yên arîkar dikarin bikarbînin.

 

Di nav Beşa Wergêrî û Wergêranê de du Şaxê Makezanistê yên cihê hene ku ew xwedî bernameyên xwe yên akademîk in: Ev şax Makezanista Wergêrî û Wergêrana Ingilizî û Makezanista Wergêrî û Wergêrana Erebî ne. Armanca giştî ya vekirina vê bernameyê perwerdekirina wergêrên edebî, wergêrên kongreyên neteweyî û navneteweyî û yên konferansa  ye û bi vê jî peydakirina pêdiviya saziyên curbicur ên sektora taybet û fermî/gelemperî ( banka, zanîngeh, turîzm û fîrmayên bazirganiya naveteweyî) ye. Digel vê, armancake din jî  bersivandina hewcetiya wergêran e ku pêdiviya Wezareta Karên Derve, Wezareta Çand û Tûrîzmê, Wezareta Perwerdeyê, Rêxistina Plansazkirina Dewletê, Xezîne û Musteşariya Bazirganiya Derve, Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê pê dibe. Armancên din bicîhanîna hewcedariya wergêran e ku ew dê bikaribin di karê wergêrandina pirtûk-belgeyan, karê edîtoriya weşanxaneyan, kongre û konferansên neteweyî û navneteweyî, nivîsingehên wergêranê yên taybet, weşanxaneyan de têkiliyê û berdewamiya wê pêk bînin,

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü