T.C. ZANİNGÊHA MARDİN ARTUKLU KOLEJA ZİMANÊN BİYANÎ
  • /
  • Nasandina Beşa Wergêrî û Wergêranê

Nasandina Beşa Wergêrî û Wergêranê

1. Dîrokçeya Beşê/Bernameyê

Beşa Wergêrî û Wergêranê ku ew ji bernameyên ingilîzî û erebî pêk tê, di bin banê Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê di 05.04.2017an de bi hejmara 24546 hatiye damezrandin. Bernameya Wergêrî û Wergêrana Ingilîzî yekem car di sala 2019-2020an de dest bi wergirtina xwendekaran kiriye. 3 endamên hîndekariyê 4 lêkolîner di bin banê vê beşê de dixebitin û beş xwendekaran li gor puana zimanê biyanî (DİL) ya YÖKê digire. Herçiqas bernameya Wergêrî û Wergêrana Ingilîzî dest bi girtina xwendekaran kiribe jî bernameya Wergêrî û Wergêrana Erebî hê jî dest bi girtina xwendekaran ne kiriye.

Hûn dikarin derbarê bernameyên Wergêrî û Wergêranê de agahiyên berfirehtir ji lînka jêr werbigrin.

Bernameya Wergêrî û Wergêrana Ingilîzî

Bernameya Wergêrî û Wergêrana Erebî

2. Bernameya Wergêrî û Wergêrana Ingilîzî

Bernameya Wergêrî û Wergêrana Ingilîzî ku di sala 2019an de dest bi wergirtina xwendekaran kiriye, di sala ewil de 60 kontenjan vekiriye û tevî kontenjana yekemînê dibistanê 62 xwendekar wergirtine. Puana bingehîn a sala 2019an a bernameyê 303,325 bû û bername perwerdehî/hînkirinê li kampûsa Dibistana Bilind a Zimanên Biyanî ya Zanîngeha Mardîn Artuklûyê  dike. Di bernameyê de 3 endamên hîndekariyê, 1 erkdarê hîndekariyê û 3 lêkolîner dixebitin. Armanca sala yekem a bernameyê nasandina Wergêrî û Wergêranê û dîroka wê ye. Herwiha pêşvebirina zanyariya zimanên armanckirî ya xwendekaran jî di nav armancên sala yekem de ye. Di serdemên din de waneyên teorîk û sepandî bi awayekî koordîne tên dayîn ku ew dikarin hevdû piştrast bikin. Xwendekarên ku ji bernameya Wergêrî û Wergêrana Ingilîzî derdiçin xwedî derfetên karên sektoraya taybet û yên dewletê dibin.

Ji bilî ku karibin di saziyên dewletê yên wekî Wezareta Karên Derve, Wezareta Çand û Tûrîzmê, Wezareta Perwerde, Rêxistina Plansazkirina Dewletê, Xezîne û Musteşariya Bazirganiya Derve, Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê bixebitin, ew dikarin di saziyên taybet ên wekî nivîsingehê wergêranê, weşanxane, şîrket, kanalên TVyê û di rojnameyan de jî bixebitin. Ji ber ku bêş nû vebûye û xwendekarên pola yekem nikarin tevlî bernameya Erasmus+’ê bibin derfetên derveyî welat nînin. Lê belê xebatên peymanên hevkariyê yên ji bo derveyî welat tên kirin. Xwendekarên me dikarin ji komên civakî û ji derfetên curbicur sûd werbigrin û bidin endamê van koman. Xwendekarê me ji bo çalakiyên werzîşê jî dikarin holên werzîşê bikarbînin.

Ji bo agahiyên din yên derbarê bernameyê de pê li vir bikin.

  1. Bernameya Wergêrî û Wergêrana Erebî

Wekî bernameya Wergêrî û Wergêrana Ingilîzî di 05.04.2017an de bernameya Wergêrî û Wergêrana Erebî jî hatiye damezrandin û 1 endamê hîndekariyê û 2 lêkolîner tê de dixebitin. Ji ber ku bername he jî di pêvajoya avakirinê de ye, dest bi wergertina xwendekaran nehatiye kirin.

Açıklama: C:\Users\win7\Desktop\arapça.jpg

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü