T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU KOORDÎNATORİYA TÊKİLİYÊN NAVNETEWÎ
  • /
  • Derbarê Yekîneyê

Derbarê Yekîneyê

Ofîsa Koordînasyona Têkiliyên Navnetewî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê yekîneya ku xebatên têkiliyên navnetewî yên Zanîngehê koordîne dike ye. Ew bi îmzekirina peyman û protokolên hevkariyê bi gelek zanîngehên li welatên curbecur ji bo cîbicîkirin û pêşxistina hevkariyên navnetewî hate damezrandin. Di nav xebatên xizmetguzariyê yên herî girîng ên koordînasyona me de, di çarçoveya hevkariyên akademîk ên navnetewî de bi saziyên akademîk ên li derveyî welat re, bi organîzekirina tevgeriyên pevguhertina xwendekar û akademîsyenan, di qada navnetewî de zêdekirina bandora zanîngeha me ye. Erka Koordînatorê Têkiliyên Navnetewî ev e ku: Di têkiliyên akademîk ên zanîngeha me bi derve re; Ji bo ku erkên têkildar bi misogerkirina hêmanên bingehîn ên wekî plansazkirin, rêzikname, pêkanîn û kontrolê û bi sazkirina hevrêziyek saxlem di navbera yekîneyên têkildar ên zanîngeha me de bi rêkûpêkiyên pêwîst di vî warî de werin bicihkirin.

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü