T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU Navenda Lêkolîn û Sepandina Genetîk û Biyolojîya Tovan
  • /
  • Mîsyon û Vîzyon

Mîsyon û Vîzyon

Mîsyon û Vîzyon

 

Mîsyon

Peywîra me ew e ku li gorî prensîbên domdariyê bi awayê herî bi bandor dewlemendiyên biyolojîkî û cûreyên zindî yên çavkaniyên genetîkî û deverên xwezayî yên taybet ên welatê me bên naskirin, pênasekirin, pêşxistin û parastin. Digel vê,

tomarkirina çavkaniyên genetîkî yên gîyayên zeviyan, gîyayên rez û baxçeyan û cûreyên gîyayên daristanî û materyalên wan ên ku di zêdekirina wan de tên bikaranîn; peydakirina binesazî û sermayeya mirovî ji bo pêkanîna her cûre analîzên laboratîf ên têkildarî hilberîn, pejirandin, bazirganî, kontrolkirina sektorê û sazûmankirina tovxweyîkirinê di nav peywîrên me de ne.

 

Vîzyon

Armanca me ew e ku em beşdarî xebatên lêkolînî bibin, bicihanîna geşedanê ya hişmendiya dewlemendiya biyolojîkî fêr bikin, jîngeha xwezayî û çavkaniyan destnîşan bikin. Digel van armanca me bicihanîna peymanên neteweyî û navneteweyî ne ku em paybendê wan in û wekî dawî armanca me ew e ku em bi koordînasyon û hevkariyê li Tirkiyeyê lêkolînên cûrbicûrî yên biyolojîk pêk bînin.

 

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü