T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU Navenda Lêkolîn û Sepandina Genetîk û Biyolojîya Tovan
  • /
  • Dîrokçe

Dîrokçe

Derbarê Yekeyê de

Armanca Rêveberiyê

Armanca rêveberiyê li jêr hatiye diyarkirin:

  1. Tomarkirina giyayên zeviyan, giyayên rez-baxçan, cûreyên giyayên daristanî û cûreyên din ên giyayan û çavkaniyên genetîka wan; afirandina binesaz û sermayeya mirovî ji bo pêkanîna her cûre analîzên laboratîf ên di derbarê hilberandin, pejirandin, bazirganî, kontrolkirina bazarê û avakirina sazûmaniya tovan de,
  2. Di nav hilberîna çandiniyê de kemilandina taybetmendiyên agronomîk û destnîşankirina tov û cûreyên guncaw ji bo herêmên mayînkirî bi taybetî jî li herêmên şûvî,
  3. Bi dabînkirina kapasîteyeke makûl; perwerdekirina kadroyên zanistî, di sahayê de bicihkirina cotyarên îslehathez û di sektora tovxweyîkirinê de kirina lêkolînên zanistî,
  4. Dabînkirina hevkarî û hevrêziyê di navbera hemû aktorên sektorê de,
  5. Hevkariya teknîkî bi rêxistinên pîşeyî yên neteweyî û navneteweyî re û di rewşên hewce de bûyîna endamê van rêxistinan,
  6. Pêşxistina sektora tovxweyîkirinê û danîna polîtîkayên wê ji saziyên pêwendîdar re û

di vê qadê de pêşniyarkirina tovan,

  1. Organîzekirina konferans, panel, qurs, semîner û çalakiyên perwerdehiyê ji bo pêşvebirina zanîn û tecrûbeya pîşeyî ya mirovên ku di sektora tovxweyîkirinê de dixebitin û ji bo vê armancê amadekirina pirtûk û kovaran,
  2. Naskirin, zêdekirin û parastina çavkaniyên genetîkî yên li herêmê û çêkirina kataloga wan,
T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü