Xizmeta civakî ji çawaniya têkiliya însanan a civakê re, ji bo çareserkirina pirsgirêkên takekes û malbatan piştgirî û alîkariya profesyonel dide. Her ku diçe ji ber şert û mercên civakî, hejmara însanên dezavantaj ên ji ber taybetmendiyên takekesî an jî ji ber sedemên din zêdetir dibe. Ji ber vê jî pêdivî bi personelên şareza çêdibe ku ji bo takekesên ku pêdiviya wan bi alîkarî û piştgiriya civakî heye ji ber rewşa vê dezavantajiyê da ku vê bêkargîniyê ji holê rake an jî daxe asta herî kêm. Ji ber vê Xizmeta Civakî wekî zanist û meslek derketiye û pêşketina wê jî di vî warî de çêbûye. Li welatê me personelên şareza yên ku pêdiviya xizmetên civakî bi wan heye di pratîkê de, wekî pisporên xizmeta civakî/xebatkarên civakî li fakulteyên ku herî kêm çar salan perwerdehî didin an jî li saziyên xwendingehên bilind ên hemta dixwînin. Gihandina xebatkarên navber ên di heman qadê de ku pêdivî bi wan heye, bi Bernameyên Xizmetên Civakî yên Ber Lîsans (Beşa Xizmet û Şêwirmendiya Civakî) pêk tê.
Armanca Beşê
Armanca Beşa Xizmet û Şêwirmendiya Civakî ew e ku takekesên wisa bigihîne; yên xwedî zanista xizmeta civakî ya bingehîn, yên ku dizanin pratîkê bikin, yên ku bi awayekî erênî li tiştên nû dinêrin û yên ku bikaribin pêdiviya hêza însanî ya navîn pêk bînin da ku di serî de saziyên Lênihêrîn û Tenduristiyê, li hemû sektorên din ên wekî giştî, taybetî û civaka sivîl bi cih bibin. Her wiha armanc ew e ku îxtiyaca “alîkar/xebatkarê navîn” pêk bîne ji bo ku di warê xizmeta civakî ya ku li welatê me tê weşandin, barê xebatkarên profesyonel ên vî karî sivik bike û bikaribin xebatên xwe yên meslekî bibandortir bimeşînin.
Unvan û Qada Xebatê
Xwendekarên ku ji Beşa Xizmet û Şêwirmendiya Xizmeta Civakî mezûn dibin, dibin “Mezûnê/a Pêş Lîsansa Xizmetên Civakî” û wekî Xebatkarê/a Xizmeta Civakî peywir digirin. Bi vê unvanê, mezûnên beşê dikarin li van deran bixebitin:
• Di bin banê Wezareta Tenduristiyê de, li nexweşxaneyên fermî û taybet
• Li Navendên Lêkolîna Rêberiyê
• Li Midurtiya Giştî ya Ciwan û Werzîşê
• Li Zarokxaneyan
• Li Malên Zarokan
• Li Kreş û Malên Lênihêrînê yên bi roj
• Li Wargehên Xwedîkirinê
• Li Navêndên Perwerdehiya Meslekî
• Li Saziya Kredî û Wargehan
• Li Wezareta Edaletê
• Li Girtîgehan
• Li Hizûrxaneyan
• Li Navendên Civakî
• Li Stargehên Jinan
• Li Navendên Rehabîlîtasyona Uzrdaran
• Li Weqfên Hevalîkarî û Piştgiriya Civakî yên Navend û Navçeyan
• Li Wezareta Ewlekariyê ya Xebat û Civakî
• Li Wezareta Parastina Milî û şaxên girêdayî wê
• Li Wezareta Karên Navxweyî û şaxên girêdayî wê
• Li Rêvebiriyên Herêmî û şaxên girêdayî wê
• Li Navendên Krîzê
• Li Rêxistinên Civaka Sivî
Derbasbûna Bê Ezmûn Mimkin e ku mirov “Bêyî Ezmûn” di Beşa Xizmet û Şêwirmendiya Civakî de bi cih bibe. Yên ku ji saziyên perwerdehiya navîn ên li gorî agahiyên jêr mezûn bûne, ji bo derbasbûna bêyî ezmûn xwedî maf in:
• Xizmetên Malbat û Têber
• Xizmetên Kal û Pîran
• Pêşveçûyîna Zarokan Temamkirina Lîsansê
Xwendekarên me yên ku ji beşa Xizmet û Şêwirmendiya Civakî mezûn dibin, dikarin bi Ezmûna Derbasbûna Vertîkal (EDV) bernameyên “Sosyolojî” an jî “Xizmetên Civakî” yên lîsansê temam bikin.
Kî Dikare Tercîh Bike:
Kesên ku ji TYTya ezmûnên zanîngehê pûaneke bikêr bigirin, dikarin Beşa Xizmet û Şêwirmendiya Civakî, Bernameya Xizmetên Civakî tercîh bikin.
Staj
Di beşa me de perwerdehiya staja havînê ya mecbûrî heye û bi temamî 30 rojên karî ye. Staja havînê bi awayekî cidî tê sazkirin, şopandin û qedandin.
