Bernameya Xerîte û Kadastroyê
Xerîtevanî (Nexşevanî) li ser disekine ka nuqteyên serzemînê li gorî pîleya avê ya rawestayî ya nîvane, dê ji bo diyarkirina rewşên asoyî û tîkane yên kûrewî pîvanên pêwîst çawa bike, dê van agahiyan li ser kaxezê çawa nîşan bide û hesabê vê û rêbaza xêzkirinê çawa çêke. Armanca bingehîn a bernameya xerîtevaniyê ew e ku di qadên wekî jeodezî-jeofîzîk, fotogrametrîk û pêhesîna ji dûr, kartografya û çapkirinê de, di her astê de kesên teknîk bigihîne. Mirov dikare di tapo kadastro, madengerî, bajarvanî, xizmetên şaredariyê, çandinî, daristanvanî, parastina milî, tûrîzm, avahî, rê, av, elektrîk, behr, veguhestina hewa û bejahiyê, ragihandin, petrol û xeta boriyê ya sirûştegazê û kamûkirinê de kar bibîne. Armanca bernameyê ew e ku piştî perwerdehiya meslekî ya du salan “Teknîkerê/a Xerîte û Kadastroyê” bigihîne. Ev bername di warê xerîteyê de bi wê armancê hatiye avakirin ku xebatkarê teknîk ê navîn bigihîne da ku bi endezyar û rêvebirên din re têkiliyek dane. Xwendekar dikarin li ser erd û qismen li ser kompîturê pratîk û lêkolînê bikin. Bi staja meslekî ya 320 saetan, agahiyên ku li zanîngehê têne dayîn, têne zexmkirin. Di Madeya 38mîn a Zagona Îmarê ya hejmara 3194an de raye û berpirsiyariya Teknîkerên Xerîte û Kadastroyê hatiye pênasekirin. Teknîkerên ku mezûn bûne li gorî madeya zagonî ya navborî wekî “Xebatkarê/a Fenê yê/a Koma Duyem” têne pênasekirin. Xwendekarên ku mezûn bûne li saziyên gelemperî û taybetî yên Xerîte û Kadastroyê de têne bicihkirin. Derfetên peydakirina kar a mezûnan li ser nîvaneya Tirkiyeyê ye. Her sal kontenjana 50 kesî heye di perwerdeya fermî de. Saziyên ku em bi piranî lê dixebitin:
• Midurtiya Giştî ya Tapo û Kadastroyê
• Midurtiya Giştî ya Bankaya Bajaran
• Midurtiya Giştî ya Riyên Bejahiyê
• Midurtiya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê
• Midurtiya Giştî ya Xizmetên Gund
• Wezîriya Avadaniyê
• Wezîriya Daristanê
• Şaredarî
• Zanîngeh
• Saziyên kamûyî yên wekî TKİ, MTA, Midurtiya Giştî ya Karên Afetê, Midurtiya Giştî ya Reforma Erd û Çandiniyê, GAP, DLH, DDY, DHM û hwd.
• Komutaniya Giştî ya Xerîteyê
• Saziyên sektorên taybet (Şirketên Xerîteyê, Şirketên Înşaatê, Şirketên Madenê û hwd.)
