T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU KOLEJA PÎŞEYAN A SAVURÊ
  • /
  • Bernameya Bankavanî û Sîgortavaniyê

Bernameya Bankavanî û Sîgortavaniyê

Bernameya Bankavanî û Sîgortavaniyê

Banka û Sîgorta saziyên fînansî yên herî giring in di warê ekonomiyên piyasaya serbest a modern de. Ev sazî ligel gelek xizmetên ku di qada xwe de didin, xwedî fonksiyona civakî ne jî ku fînansmana ku pêdiviya fîrmayan pê heye, peyda dike. Beşa me wekî bankavanî û sîgortavanî ji du qadên cuda pêk tê. Banka wekî bingehîn ew sazî ne ku kredî didin û mevduadê berhev dikin. Ligel vê, karên wekî dayîna nameya temînatê, havalekirin, vekirina akredîtîfê û pêkanîna fînansmana tîcareta derveyî, karên diwîzê; birêvebirina portfoyê jî dikin. Îro bankayan dest pê kiriye ku karên wekî opsiyon, swap û kirariya biwade bikin. Banka li gorî karên ku dikin di warê veberhênan, tîcaret û bankayên bipêşketinê de ji hev cuda dibin. Em dizanin ku di pêvajoya globalbûnê de bankavaniya navneteweyî jî xwedî roleke giring e. Bankavan kesê vî karî ye ku derbarê van karan de xwedî zanîn û pispor e. Saziyên sîgortayê jî ji kiroxên xwe re di qadên cuda de sîgorteyan pêk tînin: em dizanin ku di jiyana me ya rojane de gelek cureyên sîgortayê yên wekî tenduristî, jiyan, trafîk, erdhej, bobelatên xwezayî, çandinî, qeza û hwd. hene. Şîrketên sîgortayê ji ber ku bi sepana/pratîka reasuransê di asta navneteweyî de bi pergaleke hiyerarşîk dixebitin, xwedî bîwarên navneteweyî ne jî. Sîgortavan ew kesê/a karê xwe ye ku derbarê hemû kar û xizmetên sîgortayê de xwedî zanîn û pisporiyê ye. Dersên hevpar ên Bankavanî û Sîgortavaniyê hene ku hem ji bo bankavaniyê hem jî ji bo sîgortavaniyê pêwîst in. Pisporiya yek ji wan her du qadan jî ji pola sêyem pê ve dê bêne pêkanîn, li gorî dersên bijarte yên ku hatine diyarkirin.

GIRINGIYA VÎ KARÎ Û PÊŞEROJA WÎ

Fonksiyon û giringiya Banka û Sîgortayan her ku diçe zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê hejmara personelê bankayê ya 2002yan 120.000 bû û di 2015an de gihîştiye 201.000î. Hejmara şûbeyan jî di heman demê de ji 6.100î gihîştiye 11.236an. Ev hejmar dibe ku bi pêşketina aboriyî dê zêdetir bibe û dê pêdiviya sektorê ya ji xebatkarên biwesf û pispor zêdetir bibe. Em dikarin di sektora sîgortayê de jî heman pêşketinê bibînin: hejmara şîrketên ya 2006an 55 bû û di 2015an de gihîştiye 62yan. Di heman serdemê de hejmara xebatkarên şirketên sîgortayê ya ku 13.617 bû, di 2015an de gihîştiye 19.353yan. Di vê sektorê de jî pêdivî bi xebatkarên biwesf û pispor heye.

ARMANCA BEŞÊ

Armanca beşê ew e ku di qadên bankavanî û sîgortavaniyê de pisporên bi taybetî xwedî zanînên pratîkî bigihîne. Şêweya me ew e ku em bikin xwendekarên me yên ku mezûn dibin hêj bêyî ku di warê jiyana kar de bibin xwedî tecrube, adapteyî kar bibin. Ji ber vê di bernameyan de me giranî daye ser dersên pratîkê. Beşa Bankavanî û Sîgortavaniyê bi ders û bernameyên ku bi hûrgilî diyar kirine, amadehiya ji bo ezmûnên ku Saziya Bazara Sermayeyê (SBS), banka û şîrketên sîgortayê çêdike, ji xwe re kiriye armanc. Wekî ku tê zanîn li gorî biryarên SBSyê ji îlona 2009an û pê ve ji bo ku mirov bikaribe di qadên wekî bankavanî, bazara sermayeyê û sîgortavaniyê de bixebite, divê xwedî lîsansa xwendingeha bilind a 4 salan bibe û di ezmûnên pisporî yên SBSyê de serkeftî bibe.

QADÊN XEBATÊ

Mezûnên beşê bi taybetî dikarin li banka û şîrketên sîgortayê wekî pispor û rêvebir bixebitin. Qadên xebatê ne tenê ev in, mezûn dikarin li hemû şirket, KOBİ û saziyên fînansê kar peyda bikin. Lewre, perwerdehiya ku tê dayîn, li gorî hevsengiya fîrmayên aliyê reel û mijarên xebatê yên şirketên fînansî hatine diyarkirin. Di vê rewşê de, yên mezûn dikarin têkevin ezmûnên mufetîşî yên hemû bankayan, her wiha dê bibin xwedî maf û şarezatiya pîşeyên mufetîşî yên ku bi ezmûnên giştî û taybetî dikarin bi dest bixin.

Komara Tirkiyeyê Rektoriya Zanîngeha Mardin Artuklu