T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU KOLEJA PÎŞEYAN A SAVURÊ
  • /
  • Talîmata Destûrdayîna Personel a Akademîk

Talîmata Destûrdayîna Personel a Akademîk

Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê
Fakulteya Zanistên Îqdisadî û Îdarî

Qaydeyên Destûrdayîna Personel a Akademîk û Peywirdarkirina Navwelat û Derewelat
1. Qaydeyên Derbarê Destûrdayînê de
1. Personelên Akademîk ên Fakulteya me dê destûrên xwe li gorî Zagona Karmendên 
Dewletê ya hejmara 657an, wekî ku di madeyên 102, 103, 104, 105, 106, 107 û 108an 
de tê diyarkirin, li gorî çarçoveya usûl û qaydeyên ku li jêr hatine diyarkirin dê bi kar 
bînin. 
2. Hêmana bingehîn a bikaranîna destûrên salane ew e ku bikaranîna destûran li gorî 
ewarenekirina xizmetê ya personelên heyî yên her yekeyê bê pêkanîn. Bi vî armancî, 
amirên ku bi destûrdayînê re peywirdar in, dê destûrên wan li gorî çarçoveya planekê 
bidin bikaranîn da ku xizmet bê pirsgirêk bikare bidome. 
3. Destûrên salane û mazeretê yên endamên hîndekariyê bi erêkirina pêşniyaza serokê/a 
beşê û Midurê/a Xwendingeha Bilind dikeve meriyete.
4. Destûrên mazeretê ji 10 rojan pêk tê ku ev jî di berpirsiyariya amir de ye; rewşên ku di 
zagonê de hatine diyarkirin (zayîn, mirin, zewac û hwd.). Di van rewşan (zayîn, mirin, 
zewac û hwd.) de li gorî çarçoveya esas ku di zagonê de hatine diyarkirin, destûr tê 
dayîn. Destûra mazeretê ya 10 rojan a ku di rayeya amir de ye nayê bikaranîn, wexta 
ku destûra salane hebe. Ancax dema ku destûra salane tunebe dikare bê bikaranîn.
5. Endamên hîndekariyê destûrên xwe yên salane di demên navberdayîna perwerdeyê de 
dikarin bi kar bînin (Di wextê perwerdeyê de destûra salane nikare bê bikaranîn. 2547 

Made: 64). Di serdema Perwerde-Hîndekariyê de destûrên ku di rewşên mecbûrî de 
têne xwestin, bi pêwîstekî, bi pêşniyaza serokê/a beşê ji bo erêkirina Midurê/a 
Xwendingeha Bilind tê pêşkêşkirin. Heke Midurê/a Xwendingeha Bilind pesend bike 
destûra mazeretê ji destûra salane (heke hebe) tê bikaranîn. Heke tunebe destûra 10 
rojan a mazeretê tê dayîn.
6. Ji xeynî rewşên mecbûrî, daxwaza destûra salane 5 rojên kar ên berî destpêkirina dîroka 
destûrê divê bê girtin.
7. Endamên hîndekariyê formên xwe yên daxwaza destûrê yên ku li ser sîstema agahiyê 
ya personelan amade dikin, li ser EBYSyê piştî îmzaya serokê/a beşê bi destê xwe 
teslîmî sekteretiya Xwendingeha Bilind dikin.
8. Endamê/a hîndekariyê yê/a ku dixwaze destûra xwe ya salane li derweyî welêt bi kar 
bîne, divê daxwaznameya xwe herî kêm 10 roj (welatê ku dê biçe divê bê diyarkirin) 
beriya dîroka destpêkirina destûra xwe pêşkêşî serokatiya beşê dike. Destûra salane ya 
ku wisa hatiye plankirin ku dê li derveyî welêt bê bikaranîn, divê ji aliyê amirê/a yekeya 
berpirsiyar bê îmzekirin û ji aliye rektor ve bê erêkirin, piştre dikare bê bikaranîn.
9. Dema ku destûra salane diqede, berî ku kirariya destpêkirina kar neyê pêkanîn, 
belgeyeke nû ya destûrdayînê nayê amadekirin.
Qaydeyên Derbarê Peywirdarkirinên Navwelat û Derewelat
1. Di vê beşê de qaydeyên peywirdarkirinên demî yên Navwelat û Derewelat hatine 
sazkirin, yên ku di madeya 39mîn a Zagona Xwendingeha Bilind a hejmara 2547an de 
hatine raberkirin.
2. Peywirdarkirinên demî wekî peywirdarkirinên demkurt û demdirêj ji hev cuda dibin. 
Peywirdakirinên heta sê mehan (sê meh tê de) ên endamên hîndekariyê ji bo ku beşdarî
civînên zanistî bibin, lêkolîn û pratîkê bikin wekî demkurt; peywirdarkirinên ji sê 
mehan zêdetir jî wekî demdirêj têne pênasekirin ku ev ji aliyê lijneyên rêvebiriyê li gorî 
bernameya xebatê têne erêkirin. 
3. Heke endamên hîndekariyê bêyî ku ji saziyên xwe xercerê bigirin û di nav welêt an jî 
derve tevlî kongre, konferans, semîner û civînên bi vî rengî bibin, heta hefteyekê 
Midurê Xwendingeha Bilind, heta panzdeh rojan jî rektor dikare destûr bide da ku 
bikaribin tevlî civînên din ên derbarê zanist û pîşeyê xwe de bibin, lêkolîn bikin, ji bo 
lêkolînên xwe bigerin û li wî cihê lêkolîna xwe hazir bibin. Bi vî awayî di rewşên wisa 
de ku heke ji panzdeh rojan zêdetir be an jî divê xercerê bê dayîn, an jî mesrefên 
lêkolînê divê ji budceya zanîngeh û yekeyên girêdayî wê an jî ji sermayeya veberhênanê

bê dayîn, biryara lijneya rêvebiriya berpirsiyar û pesendkirina rektor hewce ye (Madeya 
39mîn a Zagona Hejmara 2547an).
4. Di peywirdarkirinên heta hefteyekê de û yên girêdayî destûra Midurê/a Xwendingeha 
Bilind de, serokatiya beşê tê agahdarkirin û her wiha (heke hebe) belgeyên pêwîst jî li 
forma destûrê têne zêdekirin û serîlêdan tê kirin.
5. Di peywirdarkirinên lêkolîn û pratîkê de şertê qebûlkirina pêş raporekê tê xwestin ji 
aliyê Lijneya Rêvebiriya Xwendingeha Bilind ve.
6. Divê mirov bi teblîxa zanistî tevlî kongreyan bibe. Divê li forma daxwaznameya 
peywirdarkirinê vexwendnameya kongreyê û li daxwaznameya destpêkirina kar 
belgeya beşdarbûna kongreyê bê zêdekirin.
7. Ji bo vekolerên ku li zanîngehên derveyî bajêr perwerdeya bilind dibînin, heke ji bo tez 
an jî lêkolînên xwe peywirdarkirineke demkurt (heta 7 rojan) hewce be, piştî
peywirdarkirinê ji aliye vekoler ve ji bo serokatiya beşê raporek tê pêşkêşkirin.
8. Ji bo ku peywirdarkirinên demdirêj ên li navwelat û derewelat bê kirin, şert e ku bi 
pêşniyaza serokê/a beşê ji aliyê Lijneya Rêvebiriya Xwendingeha Bilind ve biryar 
hatibe dayîn ku dê bernameyên perwerde û hîndekariyê neyên ewarekirin.

3.Xisûsên Din
1. Endamên Hîndekariyê yên ku dersên wan hene, heke destûr an jî peywirdarkirinên wan di 
roja dersa wan de be, divê bernameya telafiyê pêk bînin. Di rewşên wiha de, divê li formên xwe 
yên daxwaza peywirdarkirinê “Bernameya Telafiya Dersê” zêde bikin, ya ku ji aliye serokatiya 
beşê ve hatiye erêkirin.
2. Serokatiyên beşê li gorî usûlê ji birêvebirina xisûsên jor berpirsiyar in

Komara Tirkiyeyê Rektoriya Zanîngeha Mardin Artuklu