• /
  • Nûçe
  • /
  • Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Doktoraya Fexrî Da Weşanger û Zanayê Libnanî

Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Doktoraya Fexrî Da Weşanger û Zanayê Libnanî

Ji bo ku nav û dengê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê li nav cîhanê belav bibe, di qada navneteweyî de cihekî xwe çê bike û têkiliyên xwe xurt bike, “Doktoraya Fexrî” ji bo weşangerê Libnanî Mohammed Ali Abdoulhafeez Beydoun hat pêşkêşkirin.  

 

Senatoya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê, ji bo xebat û piştgiriya wî ya di warê Ziman û Edeba Erebî de biryar da ku dê “Doktoraya Fexrî” pêşkêşî weşangerê Libnanî Mohammed Ali Abdoulhafeez Beydoun bike. Bernameya pêşkêşkirina vê unwanê li Salona Konferansê ya zanîngehê pêk hat û bi beşdariyeke zêde rêwresm bi serfirazî temam bû.