Sempozyûm li Fatihê (Stenbol) li Navenda Çandî ya Ali Emiri hat lidarxistin. Gelek nivîskar, akademîsyen, mêvanên xwecihî û bîyanî, endamên çapemeniyê û xwendekarên zanîngehan beşdarî vê sempozyûma dîrokî bûn.
Sempozyûma Nav-Neteweyî ya Seyîd Qutub di salvegera şehadeta xwe ya 50yan de, ji alîyê mêvanan ve elaqeyeke pir mezin dît û gelek kes ji bo guhdarkirina sempozyûmê mecbûr man ku li ser pîyan bimînin yan jî li ber deriyan bisekinin.
Di bin sernavên “Sîstematîka Hizr û Ramana Seyîd Qutûb”, “Rehenda Hizrî ya Seyîd Qutûb”, “Rehenda Metodolojîk a Seyîd Qutûb”, “Nîqaşên derbarê Seyîd Qutûb de” sempozyûm hat temamkirin. Rektorê Zanîngeha Mardîn Artukluyê Prof. Dr. Ahmet Ağırakça di axaftina vekirina sempozyûmê de fikrên xwe anî ziman û got ku her çiqas 50 sal ji ser şehadeta Seyîd Qutub derbas bûbe jî nifşeke nû bi berhemên wî mezin dibin û dikemilin.
Herwiha Rektor Ağırakça bal kişand li ser vê yekê ku Seyîd Qutub bi hizr û raman, bi wêrekî û bi biryarîya xwe ve di alema Îslamê de bûye sedem ku nifşeke nû ya Qur‘anê bigihîje.
Prof. Dr. Ahmet Ağırakça bi teblîxa xwe ya “Tevkariya Seyîd Qutûb di Hîşyarbûna Îslamî ya Tirkiyeyê de” beşdarî sempozyûmê bû û wiha axaftina xwe domand:
“Tam bîst sal beriya hingê di sala 1996an de li ser navê Weqfa Îrfanê û deh sal şûn de li ser navê Komeleya Medenîyetê di sala 2006an de lidarxistina sempozyûma Seyîd Qutûb bû nesîbê vî birayê we yê feqîr. Îro jî li ser navê Zanîngeha Mardîn Artukluyê em vê yekê bi tevkariya zanyar û alimên hêja çê dikin. Ev jî dê bibe sedem ku em vî mirovê mezin ji her aliyî ve nas bikin û ev yek ji bo zindîmayîna şehadeta wî jî dîsa bibe sedemeke din.”
Di sêrî de Serokwezîr Binali Yıldırım, Wezîrê Dadê Bekir Bozdağ, Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Mehmet Müezzinoğlu û Wezîrê Perwerdehîya Netewî İsmet Yılmaz û gelek kesên din ji bo pîrozkirinê telgraf şandin û Cîgirê Serokê Giştî yê Berpirsê Mafê Mirovan ê AKPê û herwiha berdevkê partiyê Prof. Dr. Yasin Aktay jî bi teblîxa xwe ya “Mehellîtî û Cîhanîtî di Hizra Seyîd Qutub de” beşdar bû.
Di sempozyûmê de bi zimanê erebî û tirkî wergera hevdemî hat kirin. Sempozyûm di bin serokatîya Prof. Dr. Ahmet Ağırakça de hat lidarxistin û beşdarbûna akademîsyen û nivîskarên wek Prof. Dr.Mehmet Sait Şimşek, Prof. Dr. Abdulhalik al-Şerif, Prof. Dr. Yasin Aktay, Prof. Dr. Usama Al-Hamwi, Doç. Dr. İbrahim el-Dibo û Hamza Türkmen, bi “Rûniştina Nirxandinê” hat bidawîkirin.
Zanîngeha Mardîn Artuklu
Midûrîyeta Çapemenî û Têkiliyên Gelî