• /
  • Nûçe
  • /
  • Li Zanîngeha me Panela "Gelo Dij-Siyonîzm Dijsemîtîzm e?" Pêk Hat

Li Zanîngeha me Panela "Gelo Dij-Siyonîzm Dijsemîtîzm e?" Pêk Hat

Zanîngeha me ya ku ji roja ku Îsraîla îşxalker êrîşên xwe li dijî Filistînê daye destpêkirin bi daxuyanî, çalakî, boykot û axaftinan bertek nîşanî dagirkeriyê dide, ji bo ku pirsgirêka Filistînê fêm bike xebatên xwe yên akademîk didomîne.

Xebatên me yên akademîk ên li ser Filistînê berdewam dikin

Ji hêla Navenda Serlêdan û Lêkolînê ya Lêkolînên Quds û Filistînê ya Zanîngeha me ve panela bi serenavê "Gelo Dij-Siyonîzm Dij-Semîtîzm e?"  hat organîzekirin.

Panel bi moderatoriya Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. İbrahim Özcoşar pêk hat û xwendekarên Bernameya Mastera Beşa Navenda Serlêdan û Lêkolînê ya Lêkolînên Qudûs û Filistînê Abdülhamit TÜRK, Bariş OKTAY, Dilan VARGÜN û Dounia ALAN wek panelîst beşdar bûn.

Mijarên “Mezhebên Cihûyên Ne-Siyonîst, Sebeb û Baweriyên wan”, “Gelo Siyonîzm Bertek e an Avakirin e?”, "Derketina Dijsemîtîzmê û Çarçoveya Wê ya Dîrokî" û "Cihûtî û Siyonîzm, Cûdahî û Têkilî" hatin pêşkêşkirin.
Özcoşar: "Divê em li dijî propagandaya sîyonîzmê nîqaşeke xurt ava bikin"

Rektorê me Prof. Dr. İbrahim Özcoşar ku moderatoriya panela Mentiqa ku hewl dide dijsiyonîzmê bi dijsemîtîzm re yek bihesibîne armanc dike ku hemû dengên ku li dinyayê heq û heqîqetê diaxivin bêdeng bike, Dijsiyonizm Dijsemîtîzm e? kir û destnîşan kir ku divê em ziman û axaftineke ku bi xurtî ji cîhanê re bibêje ku têgînên Dij-Siyonîzm û Dij-Semîtîzm ne wek hev in ava bikin.

Rektorê me Ozcoşar got ku ew ê bi saya Navenda Serlêdan û Lêkolînê ya Quds û Filistînê ya ku ava kirine di warê akademîk da xebatên xwe yên li ser Filistînê bidomînin û ji ber hesasiyeta wan spasiya xwendekaran kir.