MAÜ-ÇÖZMER
  • /
  • Dezgehên Civakî

Dezgehên Civakî

Xizmeta Fitnessê:

 

Li Navenda Jiyana Tendurist (Fitness Center) a ku 450 m2 pêk tê, 14 heb makîneyên kondisyonê hene. Di heman demê de hawiza soberiyê, serşoka hilmê, sauna û duş jî heye. Her heyv do 90 kesî ji vê tesîsê sûd werdigre.

 

Qadên Me:

Li nava qada me ya ku ji 1800 m2 pêk tê de 5 qadên futbolê, 2 qadên basketbolê, 2 kortên tenîsê û 2 qadên voleybolê hene. Digel van Kafeya me ku havînan xizmetê dide jî heye. Li van qadên me de pêşbirk û çalakiyên curbicur tên pêkanîn.
 

Hotela Sepandinê (Uygulama Otelî)

Hotela me ya sepandinê li cihekî navendî yê Mêrdîna Kevnar de cih digire û bi awayekî modern tê birevebirin. Mezelên me yên yek kesî, ên du kesî û ên malbatan li gor ku mêvan rehetî û aramiya xwe bistînin hatine raxistin. 

Hotela me a sepandinê bi mîmariya xwe ya ronak û motîfên xwe yên arambexş binexşeya dîrokê vedibêje. Hotela ma, bi avahîya xwe ya bi nexşên keviran hatiye xemilandin, cihê xwe ku serwerê bajarê Mêrdînê ye, dîmena xwe ya Deşta Mezopotamyayê û bi nêzîkahiya xwe ya berhemên dîrokî rêwîtiyeke efsêndar pêşkêşî mêvanê xwe dike. 

Hotela me ya sepandinê ji 12 mezel û 30 doşekî pêk tê. 

 

  

Xizmetên Hotela Sepandinê:
-    Minî-Bar
-    Klîma
-    Înterneta Wireless
-    Serşok
-    Paqijkirina mezelê
-    Televîzyon

Ji bo bêhtir agahiyên derbarê hotelê : https://www.artuklu.edu.tr/sosyal-tesisler
 

 

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü

T.C. ZANİNGÊHA MARDİN ARTUKLU