• /
  • Tenduristî

Tenduristî

Li Navenda Tenduristiyê a zanîngeha me ku di bin banê Serokatîya Daîreya Tenduristî, Çand û Werzîşê de kar dike,  bijêşkekî malê û hemşîreyek dixebite. Ji bo xwendekar û hemu personelên me yên îdarî û akademîk xizmeta tenduristiyê tê dayîn. 

    Li Navenda me ya Tenduristiyê:
-    Di rewşên awarte de xizmeta alîkariya demildest
-    Xizmetên tenduristiyê yên pîleya yekem ( muayene, dermankirina li ser lingan, aşî û hwd. )
-    Pêkanîna derzîyan
-    Xîzmeta pansumanê
-    Hesabkirina Îndeksa laş û girseyê (wezinandin û pîvandina qamê)
-    Şopandona şekirê xwînê û tansiyonê (Nexweşên ku ji aliyê bijişk ve hatine şandin, hefteyeke rojê du caran tên şopandin û agahiyên wan tên tomarkirin.)
-    Raporên nexweşiyê tên amadekirin ku ji alîyê bijîşkekî vê tên dayîn.
-    Li xwendekarên Fakulteya Zanistên Tenduristiyê beriya stajê aşîyên pêşgirtinê tê kirin.

Rewşa xwendekar û karmendên me yên ku nexweşiyên wan kronîk hene ji nêz ve tê şopandin û bi awayekî rutîn tansiyon û şekirê xwîna wan û giranbûna wan tê şopandin. Ji xwendekar û karmendên ku di derheqê pirsgirêkên tenduristiyê de şêwirmendiyê dixwazin,  di derheqê rewşê de agahiyên pêşîn têne dayîn û ji dezgehên guncaw re têne şandin û rewş ji aliyê me ve tê şopandin.
 

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü