Bi biryara Serokkomarê ku di Rojnameya Fermî de hatî weşandin di 22 Tebax 2019 de û bi hejmara 30866; li gorî bendê 13ê yê qanûna Perwerdehiya Bilind bi hejmara 2547 û benda 3 ya Biryarnameya Serokomariyê jimareya 2ê, 3ê û 7ê ez ji bo Rekrotiya Zanîngeha Mardin Artukluyê hatime tayîn kirin.
Beriya her tiştî, em dilsozî û spasiyên xwe pêşkêşî Serokkomarê xwe dikin, ji bo ku em ji bo vê wezîfê guncan dîtine û firseta xizmetê daye me. Her weha em serbilind in ku her dem xizmeta zanîngeha xwe û bajarê xwe yê ku em lê dijîn bikin ku em deyndarê wê ne û ji bo şexsê min bixwe jî şanaziyek mezin e ku ez xwedî derfet im ku vê xizmetê bi mîsyonek nû bidomînim.
Di heyama pêş de, mebesta me ya bingehîn dê ev be ku em hewildanek pêk bînin da ku zanîngeha me, bi karmendên me yên îdarî û akademîk, bikeve di navbera zanîngehên muteber. Em dizanin ku ev bi tenê bi hevkarî û hevrêziyeke xwendekarên zanîngehê, akademîsyen û hemî karmendên din ve pêk tê. Zanîngeheke xwebawer divê ne ji çanda ku wê afirandiye dûrkeve û ne jî divê ji berawirdiyên navberçandî ên gerdûnî xwe paş bikêşe. Ji ber vê yekê, zanîngeha me dê îddîaya xwe xurttir bike ku ku hem rewşa civakî-çandî û hem pêşkeftinên civakî û zanistî ên gerdûnî fehm bike û bi hewldana xwe ya zanistî alîkarî wan bibe. Bi vê mebestê, xwestek û armanca me a herî mezin ew e ku em valahiya di navbera zanîngeh û bajarê me de rakin û dîrok, çand û aboriya bajarê me pêşdetir bibin.
Li ser vê yekê, em dixwazin careke din spasiya xwe ji her kesê ku beşdarî pêşkeftina Zanîngeha me, bi taybetî Serokkomarê me, bikin û êv peywira me a nû bi xêr be ji Zanîngeha Mardin Artukluyê û ji bajarê me Mêrdînê.
Prof. Dr. İbrahim ÖZCOŞAR
Rektorê Zanîngeha Mardin Artukluyê