T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU Fakulteya Zanist û Teknolojiyên Çandiniyê ya Qoserê
  • /
  • Mîsyon û Vîzyon

Mîsyon û Vîzyon

 

Mîsyona Me

Peywira me ew e ku em di warê zanist û teknolojiyên çandiniyê de lêkolînên nûjen û yên pirsgirêkan çareser dike pêk bînin, di nav fakulteyên kêrhatî yên herêm û neteweyî de cih bigirin ku xemdarê çandiniyê ne. Digel van, em xwendekarên zîrek û têgehiştî perwerde bikin ku bi nirxên neteweyî ve girêdayî bin; digel van em dixwazin xwendekarên me xwedî nêrîneke xweser bin, perwerdehiya teorîkî ya ku distînin bi pratîkê re bikin yek, di qadê de bikêrhatî bin, di warê akademîk, civakî û çandî de baş perwerde bibin.

Vîzyona Me

Armanca me ew e ku em fakulteyek biafirînin ku têkiliyên xurt bi fakulteyên çandiniyê yên herêma me û welatê me re saz bike, di warê xwe de bi hevpîşeyên xwe yên neteweyî û navneteweyî re têkilîyên hevkariyê bidomîne, bi kadroyên xwe yên akademîk ên bihêz kesên pispor û berpirsiyar perwerde bike û di fakulteyê de gelek çalakiyên civakî û çandî li dar bixe da ku bi wan dilê xwendekarên xwe geş bike.

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü