T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU Fakulteya Zanist û Teknolojiyên Çandiniyê ya Qoserê
  • /
  • PEYAMA DEKAN

PEYAMA DEKAN

Peyama Dekanê Me

Fakulteya me ya bi navê “Fakulteya Zanist û Teknolojiyên Çandiniyê ya Qoserê”, di 3yê Adara 2022yan de bi biryara Serokomariyê ya jimara 5252yê hatiye damezrandin. Ev biryar di 4ê Adara 2022yan de di Rojnameya Fermî ya hejmara 31768an de hat weşandin.

Li ser pêşniyara rektorê me û bi nivîsa tayînkirinê ya Lijneya Xwendina Bilind a di 08.03.2024an de bi hejmara 136165an, ez wekî dekanê fakulteya me hatim tayînkirin. Li gori vê biryarê, min di 26.02.2024an de li zanîngeha me dest bi peywira xwe kir.

Wekî yekeyek nû ya zanîngeha me, ku çalakiyên xwe bi vîzyonek bihêz û prensîb û armancên xwe yên nûjen didomîne, hewla me ew e ku em ji bo herêm û welatê xwe karê herî bikêrhatî bimeşînin. Digel vê, em biryardar in ku bi coş û bi sebat ji hêla zanistî, teknolojî, civakî-aborî û civakî-çandî ve nirxek zêde bidin zanîngeha xwe, xwendekarên xwe, civata zanistî û gelê herêma xwe.

Li gorî peywîr û armancên zanîngeha me, daxwaza me ya sereke ew e ku em ligel saziyên sivîl û dewletê bi perspektîfa xizmetkirina bajarê xwe projeyan kordîne bikin û hevkariyên di navbera saziyan de xurt bikin, bi vê yekê em ê bi avêtina gavên bixêr û xweşî daxwaza xwe ya bingehîn pêk bînin ku bi vê yekê jî "dilê mirovan xweş bibe." Deşta Mêrdînê pircûreyî û dewlemend e ku di nava

Deşta Mezopotamya ya bibereket de cih digire. Ev taybetîya navborî ya deştê, xwedî wate û nirxeke taybet e ji bo fakulteya me, lewre ramana fakulteya me "zanist û teknîkên çandiniyê" ye. Baweriya me tam e ku em ê bi beşên nû yên di bin banê fakulteya xwe de vê potansîyelê bi xurtir bikin. "Beşên Gîyayên Zevîyan û Parastina Gîyayan" ku me dil dikir di demeke zû de bên damezrandin, di 28ê Sibata 2024an de ji hêla Lijneya Perwerdehiya Bilind ve hat pejirandin. Di nav pêvajoyê de em ê xebatên xwe yên ji bo vekirina beşên din ên fakulteya xwe bidomînin.

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü