T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU
Fakulteya Zanist û Teknolojiyên Çandiniyê ya Qoserê
/
Parastina nebatan
T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU
Parastina nebatan
Derbarê Beşê De
Armanca sereke ya Beşa Parastina Giyayan perwerdekirina endezyar û lêkolîneran e ku nirxên zanistî wekî prensîb qebûl dikin, ji zanist û teknolojiyê sûd werdigirin û ji distûrên sincî yên pîşeyî re rêz digirin. Ev endezyar û lêkolîner divê bikaribin li gorî pêşkeftinên nû yên qada xwe -di warê çandiniya welêt de- sedemên nexweşiyên giyayan, tespîta giyayên ziyanker û zerarên wan, rêbazên rêlibergirtina zerarên wan çareseriyan peyda bikin, di qada xwe de lêkolînên nû bikin û encamên wan belav bikin. Digel van, divê ev endezyar û lêkolîner derçûyên lêkolînên xwe yên zanistî, zanîna xwe ya derbarê perwerdehiya girtî û tiştên afirandî pêşkêşî civaka xwe bike.
Beşa Parastina Giyayan, hewl dide ku hem li herêma me hem jî bi giştî li welatê me di warê çandiniyê de têra xwe hebe û bikaribe bigihîje hêzek ku di qada çandiniyê de di pîyaseya navneteweyî de rekabetê bike. Wekî Navendeke Lêkolîn û Pêşxistinê, em dixwazin di nav beşên Parastina Giyayan ên welêt de beşa xwe bikin yek ji beşeke sereke. Bi alîkariya lêkolîn û xebatên mamosteyên xwe yên pispor û perwerdehîyê ku xwendekaran bi aktîf tevî pêvajoyê dike, em ê bikaribin nêzîkê vê armanca xwe bibin. Beşa me armanc dike ku di warê xwe de hewcedariyên herêmî, neteweyî û gerdûnî bi cih bîne, bi lêkolînên domdar û serkeftî beşdarî xebatên zanistî, teknolojik bibe û ji bo berjewendiya civakê tev bigere. Digel van, beşa me dixwaze ku di parastina giyayan de endezyarên çandiniyê yên pispor perwerde bike ku bi nirxên bingehîn yên qada çandiniyê re pêbend in û ji pêşkeftina pîşeyî, çandî û civakî re hişvekirî ne.
Di beşa me de Binbeşên Entomolojî û Fîtopatolojiyê hene. Armanca her du beşên me ew e ku em agahiyên berfireh derbarê nexweşiyên giyayan de bidin ku hilberîna çandiniyê tehdîd dikin û xwendekarên xwe teşwîq bikin ku di qada xwe de lêkolînan bikin. Beşa me di perwerdehiyê de teknîkên hînkirinê yên nû bi kar tîne da ku xwe bigihîne pêşkeftinên nû yên di van herdu beşan de ku her roj bi pêş ve diçin. Beşa me armanc dike ku hewildanên xwe berfireh bike da ku mamosteyên di qada xwe de pispor peyda bike. Bi vê yekê dê mamoste bikaribin derbarê qada xwe de lêkolînan bikin û derbarê pêşkeftinên nû de dersan bidin.
Şaxên Akarolojî, Entomolojî û Nematolojiyê di nav Beşa Entomolojiyê de û di beşa Fîtopatolojiyê de jî şaxên Bakteriyolojî, Mîkolojî, Vîrûolojî û Herbolojî hene. Li gorî pêşveçûnên dawîn gelek wane li ser van mijaran ji hêla pisporên qadê ve têne dayîn. Perwerdehiya ku di her du beşan de tê dayîn ji dersên klasîk, nîqaşên di polê de, pêşkêşiyên xwendekaran, sepanên laboratîfî û semîneran pêk tê. Tê hêvîkirin ku xwendekar teknîkên çareserkirina pirsgirêkên zanistî fêr bibin û karibin gotarên lêkolînê yên ku dixwînin fam bikin û analîz bikin.
Wekî encam; bajarê Mêrdînê -ku xwedî potansiyeleke çandiniyê ya dewlemend e û ji ber vê hêla xwe derdikeve pêş- hem ji ber zeviyên xwe yên boş û hem jî ji ber pîşesaziya pêşkeftî ya çandiniyê ji hêla çalakîyên çandiniyê ve cihekî taybet digire. Di vê peywendê de em hewl didin ku derfetên darayî yên beşa xwe bi awayekî guncawtirîn şeklî bi cih bînin, em dixwazin xwendekarên me di qada xwe de xwedî behremend bibin û piştî derçûna ji beşê alîkariya wan bikin da ku çi di Wezareta Çandiniyê de wekî endezyar û çi di saziyên taybet de wekî karker ji xwe re karek peyda bikin.