T.C. ZANİNGÊHA MARDİN ARTUKLU FAKULTEYA ZANİSTÊN ÎSLAMÎ
  • /
  • Dîrokçe

T.C. ZANİNGÊHA MARDİN ARTUKLU

Dîrokçe

Fakulteya me di bin navê "Fakulteya Zanistên Dînî" de bi biryara Lijneya Wezîran a 04.04.2011 û bi jimara 2011/1595 hat damezrandin. Piştra, bi Biryarnameya Encumena Wezîran a 14.03.2016 û bi jimara 2016/8700, navê fakulteya me hate guhertin bi navê DEKANIYA FAKULTEYA ZANISTÊN ÎSLAMÎ.
Bajarê Mêrdînê, ku zanîngeha me lê ye, wekî bajarê herî kevnar û girîng ê herêma Cizîrê tê hesibandin, ku bi sedsalan e ku netewe, şaristanî, ol û çandên cihêreng lê dijîn. Her olên ku di dîroka kevnar de li herêmê derketine, li vî bajarî hebûna xwe domandine. Ragihana Îslamê li herêmê dema Hz. Ömer de, Eşîra Bekr ku li Amedê niştecih bû piştî İyad İbn Ğanm û Habib Ibn Mesleme ev herêm feth kir; Mudar ku Urfa feth kir; Eşîrên Rabia, Hilal û Tayy ku li Mêrdîn û Sêrtê niştecih bûn, Suryanîyên ku hê ji dema berê xwemaliyên wê herêmê bûn; herwiha bi Kurd û Ereban netewe û dînên cihê cihê derketine holê. Ji ber vê yeke Amed Diyarbekr; Urfa Diyarmudar û Medin bû Diyarrabia. Piştî ku kurdan Îslamiyet qebûl kirin jî cudahiyên civakî û dînî derketin meydanê.
Bi hatina Xanedaniyên Artuklu û piştra Akkoyunlu re û piştî hebûna Tirkan li vê mozaîkê zêde dibe dewlemendiya herêmê pir zêde dibe. Ji ber vê yekê, civakek ku ji Suryanî, Kurd, Ereb û Tirkan pêk tê û bi sedsalan bi hev re jiyane û dema ku hewce be sê an jî bi çar zimanan diaxifin, li herêmê derketiye holê. Medreseya Zinciriye ku ji hêla Artukîyan ve hatiye damezirandin ku di seranserê dîroka Islamê de beşdarî perwerde û hîndekariyê bûne, û medreseya Kasimiye ya ku ji hêla Akkoyûniyan ve hatiye damezirandin hîn jî li ber xwe didin û van cûdahiyan dewlemendtir dikin.
"Fakulteya Zanistên Islamî", ku tê de ol û şaristaniyên cihêreng dê di warên cihêreng de bi awayekî akademik bêne lêkolînkirin, li vî bajarî hate damezirandin. Û ev yek mîna wê demê bû ku alimên Misilman, Sabian û Xiristiyan di Beytul-hikma de, di bin banê Xîlafeta Abasiyan de li Bexda bi hev re dixebitîn. Em bawer dikin ku ev fakulteya ku armanc dike ku vê şaristaniyê bi hev re zindî bike û dê ji bo welat, parêzgeh û herêma me bi feyde be.
Li gorî vîzyona zanîngeha me, fakulteya me armanc dike ku wê berpirsiyariya girîng bigire ku bi nirxên xwe yên herêmî û gerdûnî hevkariyê bike, û şaristaniya civakî ya çandî û siyasî ya dewlemend a Rojhilata Navîn ji cîhanê re veke. Ev berpirsiyariya me ya akademîk û exlaqî ye ku em vê kevneşopiya kevnar bi ya nû re têkel bikin, kod û ramanên raborî bi afirandina formên nû ve çêkin lê kevneşopiyê jî înkar nekin.
Digel pêşveçûnên teknolojîk ên îro, zanistên civakî wekî her dem berdewam dikin. Weke mirovahî, em dixwazin li cîhanek wusa bijîn ku girîngî tê dayîn bo nirxên olî. Em bawer dikin ku nifşê nû û zihniyeta akademîk, ku asta hişmendiya wan zêde dibe û gav bi gav taybetmendiyek "pirsyarkeriyê" dibe, dê bi berçavgirtina bandora Islamê, lêkolînên nû bike. Îro, gelek kesên ku ji ber vê yan wê sedemê ji hêla derûnî ve nerehet dibînin, ji bo ku çareseriyan ji pirsgirêkên xwe re bibînin, berê xwe didin olê. Ji bo ku rênîşandanek saxlem bê dayîn vê meyla hanê divê zanyarên ku ji binyata olê baş fêhm kirine û çavkaniyan baş dizanin, bêne perwerdekirinê. Wekî din, her gav metirsî heye ku hin kom û tevgerên bi navê ol û nirxên olî mirovan ji bo armancên xwe bi agahdariya derewîn û bêbingeh bikar bînin. Hema bêje ji hêla hemî olan ve tê pejirandin ku piraniya pirsgirêkên takekesî û civakî yên li cîhanê tenê bi rêberiya wehiya xwedayî têne çareser kirin. Ji bo vê, ev rastiyek tê zanîn ku pisporên ku di asta akademîk de di warê olê de bi giştî û Islamê bi taybetî hatine perwerdekirin hewce ne. Ji bo vê sedemê, pêdivî ye ku di warê olê de jî  înîsiyatîfek were çêkirin wekî beşek ji wan xebatan ku mirov hev nas bikin.
Wekî Fakulteya Zanistên Islamî; Armanca me ew e ku em bi Bernameya Lîsansê ya îlahiyatê (100% Erebî), xwendekarên wusa pêbigihînin ku dikarin di asta neteweyî û navneteweyî de lêkolînan bikin, di warên Zanistên Islamî yên Bingehîn, Dîrok û Hunerên Islamî, Felsefe û Lêkolînên Olî de zanistî hilberînin û veguherînin; ku ji bo perwerdehiya olî ya fermî û ne-fermî û karûbarên olî-exlaqî ji welat, netewe û pîşeya xwe hez bikin; herwiha kesên ku îdeala wan heye ku qenciya wan bigihêje civak û mirovahiyê, birêkûpêk, hevgirtî û rexnekarî bifikirin;  ku dikarin bi dilsozî nêzî mirovan bibin; xwedî nirxên exlaqî û estetîkî ne, dilsoz, zana, bi tehemûl, ronakbîr, profesyonel û jêhatî ne.
Mêrdîn bajarek e ku rûyê wê li derve vekirî ye. Di vê çarçoveyê de, li bajêr eleqeyek taybetî ya neteweyî û navneteweyî heye. Di heman çarçoveyê de fakulteya me dê bibe xwediyê wê kapasîteyê ku akademîsyen û xwendekaran bikişîne. Zanîngeha Mardin Artuklu di warê cihêrengiya çandî de xwediyê avantajên pir girîng e. Fakulteya Zanistên Îslamî ya di nav bedena Zanîngeha Mardin Artuklu û li bajarekî ku baweriyên cûda di nav aştî û tehemulê de dijîn de  cîh digire dê ji vê derûdora çandî gelekî sûd werbigre û herwiha dê gelekî fêdeyê bide vê derdorê.  Ew ê vê jîngeha çandî ya ku bawerî û zimanên cihê lê têne mêvan kirin herî zêde bikar bîne, û ji bilî vê, ew ê alîkariyên girîng bide vê jîngehê. Fakulteya Zanistên Îslamî di heman demê de xwedan wê avantajê ye ku  bi welatên cihêreng re sînorên wê pir nêz e. Li Mêrdînê ku ew bi teşeya xwe ya dîrokî navendek balkêşiyê ye, em difikirin ku bernameya lîsansê ya ji % 100 bi Erebî ya zanistên Îslamî  dê girîngiya xwe di zûtirîn demê de bide hîskirin û dê di nav bijareyên yekem ên xwendekar û akademîsyenan de be.
Fakulteya me bernameyên pevguhertina xwendekaran, ku xwendekar dikarin li ser platforma navneteweyî ezmûnên erênî bi dest xwe bixin, girîng digire. Di vî warî de, bi qebûlkirina xwendekarên ji welatên din û şandina xwendekarên me yên serfiraz ji bo qursên ziman ji bo sê mehan di betlaneya havînê de ji hêla Komeleya Arîkariya Mêrdînê ya ji bo Xwendekarên Fakulteya Zanistên Îslamî û rêxistinên din ên sivîl, ew ê bikaribin perwerdehiya xwe bi rêbazên cûda yên perwerdehiyê xurt bikin û perwerdehiya xwe bi zanîngehên din re entegre bikin.

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü