• /
  • Dîroka Zanîngeha Mardin Artukluyê

Dîroka Zanîngeha Mardin Artukluyê

Zanîngeha Mardin Artukluyê ku di 17ê Gulana 2007an de bi zagona jimara 5662 hatiye damezrandin, li erdnîgariyeke xwedî dîrokeke 4000 salî de ye; Armanca wê ew e ku bi alîkariya hawîrdora civakî û çandî ya bajarê Mêrdînê û derdora wê, ku mazûvaniya dewlemendiyên cuda yên ziman, olî û çandî ye, di navbera zanîngehên Tirkiyê û zanîngehên Rojhilata Navîn de pirekê çêbike.

Mêrdîn ku li ser axa Hîvikê ya bi bereket hatiye damezrandin, bi hemû mîrateyên şaristanî yên Rojhilata Navîn dewlemend bûye û bajarê şaristaniyên xwedî çandeke qedîm e ku her reng û her dengek dikare tê de bijî. Yekemîn Akademiya Xiristiyan-Asûrî ji aliyê Mor Yakupê Nisêbînî ve li Nisêbînê hatiye vekirin ku ji ber rola wê ya zanistî û çandî di dîrokê de bi mexlesên wekî Ummu'l-Ulum (Dayika ilm'an) û Medînetu'l-Maarîf (Bajarê Zanînê) tê nasîn.

Keşîşxaneya Mor Yakûp a ku li Nisêbînê ye, di cîhanê de yekem zanîngeha perwerdehiyê ye ku tê de perwerdehiya felsefe, mantiq, wêje, geometrî, astronomî, bijîjkî û huqûqê tê dayîn.

Li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê mîrateya ilm û aqilê Nisibis Akademia (Akademiya Nisêbînê), Deyrulzafaran, Qasimiye, Zinciriye û dibistanên mezin hatine vejandin.

Gelek mizgeft, dêr û keşîşxane, ku fikra hunerê têra mirovatiyê dike, di perestgehên xwe de yek bi yek gilokên zanînê vekirine û xirqeya zanînê ya ku li vî bajarî hûnandine, dane xukirin. 

Zanîngeha Mardin Artukluyê ku mala zanistê ya bajarekî bi vî awayî ye, dê wek berê vê nasnameya xwe bidomîne û wekî di mêjûyê de dê aliman perwerde bike û vî bajarî bilind bike.

Bi Qanûna Damezrandina 20007, Fakulteya Fen-Edebiyatê, Fakulteya Hunerên Bedew, Fakulteya Endezyari û Mîmariyê, Konservatuara Dewletê, Enstîtuya Zanistên Civakî, Enstîtuya Zanistên Fenê û Koleja Tenduristiyê, Koleja Pîşeyan a Xizmetguzariyên Tenduristiyê, Koleja Pîşeyî û Koleja Pîşeyî ya Midyadê hatin avakirin.

Di 5ê Sibata 2010ê de Fakulteya Fen-Edebiyatê, wekî Fakulteya Fenê û Fakulteya Edebiyatê bûne du beş.

Digel yekîneyên akademîk ên heyî; di 10ê Kanûna Pêşîn 2009an de Enstîtuya Zimanên Zindî li Tirkiyeyê, di 01ê Sibata 2010an de Koleja Tûrîzm û Rêveberiya Otelê û Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî, di 29ê Tîrmeha 2010an de Koleja Pîşeyî ya Qoserê, di 2011an de Fakulteya Zanistên Îlahiyatê û Koleja Pîşeyî ya Nisêbînê, di 27ê Tebaxa 2015an de Koleja Perwerde û Werzîşê (BESYO), di 8ê Avrêla 2016an de Dibistana Zimanên Biyanî, di 22ê Hezîrana 2017an de Koleja Pîşeyî ya Savurê û di 11ê Çileya 2018an de Koleja Pîşeyî ya Dêrikê hatin vekirin.

Ji yekîneyên me yên heyî; Navê Fakulteya Zanistên Îlahiyatê di 8ê Nîsana 2016an de wek Fakulteya Zanistên Îslamî hat guhertin.

Koleja Rêvebiriya Tûrîzmê û Rêvebiriya Otêlê di 14ê Hezîrana 2018an de veguherî Fakulteya Tûrîzmê, û Koleja Tenduristiyê di 18ê Avrêla 2019an de veguherî Fakulteya Zanistên Tenduristiyê.

Fakulteya Tipê bi biryara Serokomariyê ya bi hejmara 3940 a di 30ê Nîsana 2021an da, di Rojnameya Fermî ya 1ê Gulana 2021an da hat weşandin û bi hejmara 31471ê hat avakirin.

Zanîngeha Mardin Artukluyê; li Kampusa Artukluya Mêrdînê ya ku 5 km dûrî navenda bajarê Mêrdînê ye, Kampusa Îstasyonê ku 7 km dûrî wê ye û Dibistanên Pîşeyî yên ku li 6 navçeyên Mêrdînê ne bi tevahî ji 17 hezar û 985 xwendekaran re îmkanên perwerdeyê dide.

Mêrdîna ku ji aliyê aborî, çandî û civakî ve di nav bajarên herî pêşketî yên Tirkiyeyê de ye û bi çanda xwe a mozaîk ku mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye bajarekî aram û bi tolerans e û bi potansiyela xwe ya ku bibe bajarekî xwendekaran a îdeal balê dikişîne. 

Nêzîkbûna hemû kampusên zanîngehê ji navenda bajêr û hebûna veguhestina giştî (otobêsan) ya hemû kampusan rehetiyek mezin ji xwendekaran re peyda dike. 

Derbarê Zanîngeha Mardin Artukluyê de 

Zanîngeha Mardin Artukluyê ku li parêzgeha Mêrdînê hatiye damezrandin ku yek ji kevintirîn warê niştecihên Mezopotamyayê ye û di nav wan zanîngehên Tirkiyê de ye ku ciwan e û pêş dikeve. Ji îro pê ve Zanîngeha Mardin Artukluyê xebatên xwe yên perwerde, lêkolîn û sepanê bi 11 Fakulte, 2 Kolejên Pîşeyî, 2 Enstîtu, 1 Konservatuara Dewletê, 16 Navendên Lêkolîn û Sepandinê û 17 Koordînatoriyan didomîne. Zanîngeha Mardin Artukluyê ya ku nêzî 18 hezar xwendekaran ji bo pêşerojê amade dike, bi kadroyên akademîk ên dînamîk û bi pêşketina xwe ya lezgîn balê dikişîne. 

Zanîngeha Mardin Artukluyê ya ku şanaz e ku  "Enstîtuya Zimanên Zindî ên li Tirkiyê" di bin banê xwe de dihewîne, bi biryar e ku bibe zanîngeheke tematîk a zimanparêz bi avakirina fakulte û beşên nû yên ku bi zimanên cuda perwerdeyê didin.
Zanîngeha Mardin Artukluyê ya ku timî di serî de ji bo armancên stratejîk bar dike, bi vîzyona xwe li herêmê însiyatîfên emsal pêk tîne.
Di destpêka van înîsiyatîfan de balê dikişîne li ser qadeke taybet ku bigihîje armanca xwe û bibe yekane Zanîngeha Pispor a Tûrîzma Çandî ya Tirkiyeyê.

Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê ji xwendekaran re îmkanan dide ku tecrubeyên akademîk bi dest bixin û her weha di warên civakî, çandî û werzîşê de xwe pêş de bibin.

Derfetên Civakî

Li Kampusa Navendî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê ya ku li Navçeya Artukluya Mêrdînê bicîh dibe, ji bo xwendekaran xizmetên bi vî awayî cih digirin ku xwendekar çalakiyên xwe yên civakî û çandî bimeşînin; Qadên werzîşê yên vekirî yên wekî futbol, basketbol, voleybol û pista bezê, navenda çandê, sehneya şanoyê ya vekirî, xwaringeha navendî û sûka bi kapasîteya 1000 kesî, hewza nîvolîmpîk û salona fitnessê, pista bisîkletê ya profesyonel, pirtûkxaneya ku 7/24 xizmetê dide, mexazaya bûtîk, kantîn û kafeterya.

Wekî din, xwendekarên ku dixwazin xwe di warê civakî de pêşde bibin û hobiyên xwe bidomînin, xwedî derfet in ku çalakiyên xwe di klûbên xwendekaran de bidomînin ku di qadên werzîş, huner û şaxên cihêreng tê de ava bûne.

Di çarçoveya festîvalên biharê yên ku her sal li zanîngehê tên lidarxistin; Gelek çalakî wek konser, şano, festîval, konferans û semîner tên organîzekirin.

Derfetên Bûrsan 

Her sal ji aliyê Saziya Krediya Xwendina Bilind û Xwargehan (YURTKUR) ve ji bo hin xwendekarên ku li Zanîngeha Mardin Artukluyê dixwînin, bûrs tê dayîn. Ji aliyê karsazên xêrxwaz ên Mêrdînê ve ji bo xwendekarên serkeftî bûrs tên dayîn.
Her sal, bûrsên xwarinê di çarçoveya îmkanên budceya zanîngehê de ji hin xwendekaran re tê dayîn ên ku derfetên aboriya wan nebaş e. Xwendekarên ku bûrsa xwarinê werdigirin bi saya pergala derbasbûna qertê xizmetek rehet distînin.

Bûrsa ku nayê vegerandin ji hêla Weqfa Perwerdehiya Mêrdînê (MARSEV), sivîlên dildar û xebatkarên zanîngehê ve ji wan xwendekaran re tê dayîn ku ji aliyê aboriyê ve rewşa wan nebaş e.

Jiyana Xwendekaran

Xwendekar dikarin beşdarî tîmên werzîşê yên ku di nav zanîngehê de hatine damezrandin bibin da ku dema xwe ya vala derbas bikin û xwe pêş de bibin. Li zanîngeha ku 38 klûbên xwendekaran ên çalak hene, xwendekar dikarin di gelek waran de fersendê bibînin ku hobiyên xwe bikin.

Ji ber ku zanîngeha Mêrdîn Artukluyê zanîngeheke ciwan e, her ku diçe hejmara klûbên nû zêde dibe. Ji bilî vê, bi saya Mêrdînê û lêçûnên kêm ên jiyanê, xwendekar dikarin li bajêr jiyanek xwendekarî ya rehet derbas bikin. 


Zanîngeha Mardin Artuklu
Yeke û Wargehên ku Perwerdeya Akademîk didin

Wargeha Rektoriyê:

 Fakulteya Tibê

Kampusa Artuklu ya Navendî:
 Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî

 Fakulteya Zanistên Tenduristiyê

 Fakulteya Edebiyatê

 Fakulteya Hunerên Bedew

 Fakulteya Zanistên Îslamî

 Fakulteya Endezyarî û Mîmariyê

 Fakulteya Tûrîzmê

 Fakulteya Fenê

 Enstîtuya Perwerdeya Bilind

 Enstîtuya Zimanên Zindî li Tirkiyê

 Koleja Pîşeyî ya Zimanên Biyanî

 Koleja Pîşeyî ya Xizmetên Tenduristiyê

 Koleja Spor û Perwerdeya Laşî,

 Konservatuara Dewletê

 Laboratoriya Navendî

Kampusa Îstasyonê:
 Koleja Pîşeyî

 Koleja Pîşeyî ya Qoserê

Kolejên Pîşeyî yên li Navçeyan:
 Rexê Îstasyonê (Koleja Pîşeyî ya Qoserê, Koleja Pîşeyî) 

 Navçeya Midyadê, Koleja Pîşeyî ya Midyadê

 Navçeya Ömerli, Koleja Pîşeyî ya Ömerli

 Navçeya Savur, Koleja Pîşeyî ya Savur

 Navçeya Dêrikê, Koleja Pîşeyî ya Dêrikê

 Navçeya Nisêbînê, Koleja Pîşeyî ya Nisêbînê

YEKEYÊN GIRÊDAYÎ REKTORIYÊ
 Beşa Dîroka Prensîb û Înqilabên Atatürk.

 Beşa Zimanê Tirkî

NAVENDÊN SEPANDIN Û LÊKOLÎNÊ
 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Çareseriya Pevçûnê û Çanda Hevjîniyê

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Perwerdehiya Dûr

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Kariyerê

 Navenda Lêkolînên Biyolojî û Genetîkê ya Tovan

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Perwerdehiya Zarokan 

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Xebatên Quds û Filistînê

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Lêkolînên Mêrdînê

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Lêkolînên Koçberiyê 

 Navenda Sepan û Lêkolînên Xebatên li ser Jin û Malbatê

 Laboratoriya Lêkolînê ya Navendî - Navenda Sepan û Lêkolînê 

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Perwerdeya Berdewam 

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Hînkirina Zimanê Tirkî û Biyanî (TÖMER)

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Hilberîna Projeya Mîmarî

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Psîkolojiyê

 Navenda Sepan û Lêkolînê ya Perwerdehiya Turîzmê

 Yekeya Agahdarî û Belgeyê ya TÜRKPATENT
 

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü