Muzîkolojî şaxek zanistê ye ku li hemû warên zanînê yên bi muzîkê ve girêdayî lêkolîn dike. Ew şaxek navdîsîplîn e ku li ser Teoriya Muzîkê, Dîroka Muzîkê, têkiliya di navbera çand û muzîkê de, û her wiha strukturên muzîkê yên wekî Performans û Bestekariyê lêkolîn dike. Xebatên mûzîkolojiyê yên ku bi şaxên zanistê yên cuda yên wekî dîrok, antropolojî, felsefe, psîkolojî, matematîk û fîzîkê re di têkiliyê de ne, li ser bingeha nirxandina daneyan ava dibe ku di encama lêkolînên qadê de bi ronahiya rêbazên zanistî hatine bidestxistin. Muzîkolojî; ji ber cihêrengî û berferehiya qadên xwe yên lêkolînê, dikare di bin sernavên gelek cuda yên wekî muzîkolojiya dîrokî, muzîkolojiya sîstematîk, folklor, etnomusikolojî û muzîka gelêrî de bixebite. Bernameya ku li Konservatuara Dewletê ya Mardin Artukluyê li Beşa Muzîkolojiyê tê birêvebirin, armanc dike ku bi awayekî sîstematîk zanyariyên teorîk û pratîkî ragihîne xwendekaran ku ji bo analîzkirina muzîkê di bin ronahiya metodên zanistî de lazim e. Beşa Muzîkolojiyê bernameyeke perwerdehiyê ya berfireh pêşkêş dike ji bo alîkariya berhevkirin, parastin û veguhestina berhemên mîrateya çandî li erdnîgariyên cihê yên cîhanê, nemaze Mêrdîn û derdora wê.