Armanca Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Mardin Artukluyê, wekî saziyeke akademîk, ew e ku di asta navneteweyî de bi xebatên orîjînal ên ku li ser asta "Rojhilata Navîn" li hundurê welêt bên destpêkirin, bibe navendek "pisporî" ya akademîk û di vê çarçoveyê de gerdûnitiyê bi dest bixe, herwiha armanc dike ku mûzîkjen, perwerdekar û akademîsyenên kêrhatî û afirîner perwerde bike, û piştgiriyê bide lêkolînên di vê qadê de.
VÎZYONA ME
Têkiliya xurt a ku di navbera "cih" û "akademiyê" de li gorî armancên diyarkirî hatî damezrandin, dê di afirandina bernameyek perwerdehiyê ya bêhempa de li ser astên neteweyî û navneteweyî di warê muzîkê de, wekî di her warî de, bi bandor be. Di vê çarçoveyê de tê fikirîn ku Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Mardin Artukluyê ji bo hunermend û zanyarên ku dixwazin di asta mîkro/mehelî de pispor bibin dê nêzîkatiyên nû ji zanist û performansê re bîne.
Komara Tirkiyeyê Rektoriya Zanîngeha Mardin Artuklu