T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU Serokatiya Daîreya Kirariyên Agahiyê
  • /
  • DER BARÊ YEKEYÊ DE

DER BARÊ YEKEYÊ DE

DERBARÊ YEKEYÊ DE

Serokatiya Beşa Teknolojiyên Agahzaniyê  ji bo ku pêdivî û daxwazên yekeyên zanîngeha me yên derbarê Xizmetên Teknolojiyên Agahzaniyê (software, otomasyon, têkiliya înternetê, web, mail, ftp, parastin-tamîr-karûbar û hwd.) bicîh bîne, van çalakiyên li jêr dike:

1. Afirandina binesaziya agahzaniyê di nav zanîngehê de,

2. Pêkanîna piştgiriya hardware û software, binesaziya teknolojiyên agahzaniyê  ji bo perwerdê û lêkolînan,

3. Pêkanîna birêkûpêk a xizmetên teknolojîyên agahzaniyê

4. Bi şopandina geşedanên teknîkî û bi armanca sepandina nûbûnan li zanîngehê û bi bikaranîna  fonksiyonên rêveberî (plankirin, rexistinkirin, berpêkirin, koordinasyon, venêran) bi awayekî çalak û hevseng xebitandina daîrê û yekeyên girêdayî wê.

5. Sazkirin û xebitandina binesaziya tora komputerê

6. Çêkirin û nûvekirina malpera zanîngeha me û binbeşên wê, piştgirîkirina beş û karmendên din,

7. Ewlekirina tor û komputeran

8. Pêkanina piştgiriya teknîkî (tamîrkirin, sazkirina bernamayan, sazkirina çapgeran û hwd.) ji bo komputeran,

9. Pêkanîna pergala nameya elektronîk (e-mail) a sazmendî ji bo karmendên akademîk û îdarî yên zanîngeha me,

10.Çêkirin an kirîna bernameyên pêwîst ji bo pêkanîna xebatên zanistî û îdarî,

11. Standina bernameyên pêwîst ên bilîsans û sazkirina wan li ser komputerên zanîngehê,

12. Bi materyal û berpêşan piştgirîkirina bername û çalakiyan,

13.Piştgirîkirina hevrêziya hewce bi hevkariya zanîngehan bi TUBİTAK/ULAKBİMê re

14. Bi piştgirîkirina projeyên saziyên wekî YÖKê re pêkanîna meşandina wan li zanîngeha me,

15. Pêkanîna berdewamiya hemû xizmetên ku tên dayîn.

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü