T.C. ZANÎNGEHA MARDÎN ARTUKLU ARKEOLOJÎ
  • /
  • Der Barê Beşê De

Der Barê Beşê De

Arkeolojî dîsîplînek e ku li ser bermahiyên serdemên borî lêkolîn û vekolînan dike û vedîtinên xwe bi curbicur zanistên dî re bi hev re dinirxîne û analîz dike. Di vê çarçoveyê de arkeolojî; bi hemî alîyan ve vedikole ku mirovahî ji berê çawa hatiye ber bi îro ve û şêwazên jiyanê yê civakan û şert û mercên ku ew tê re derbas bûne û têkiliyên wan yên bi hawîrdorê re li ser daneyên şênber dinirxîne. Di vê çarçoveyê de ji ber xebatên arkeometriyê yên ku bi zanistên fen û tenduristîyê re bi hev re tên kirin û ji ber xebatên restorasyonê yên ku bi fakulteyên Endezyarî, Mîmarî û Hunerên Bedew re bi hev re tên kirin ku di van xebatan de konservasyon, parastin û plansaziya bajarî hene û alîyên wan yên teknîk hene; divê xwendekarên Arkeolojîyê di çarçoveyeke fireh de û bi curbicur zanistan re bi hev re bixebitin. Wekî din, ya ku Beşa Arkeolojiyê ji zanistên din yên civakî cuda dike ev e ku divê perwerdehiya teorîk û pratîk bi hev re bimeşe.

Armanca bernameya lîsansê ya Arkeolojiyê ev e ku arkeologên pispor ên ku xwedan şiyana nasîn û parastina hebûnên çandî ne bi zanîna sêwirandin, rêvebirin, nirxandin û çavdêriya vekolîn û lêkolînên arkeolojik bigihîne. Di vedîtin, parastin û nirxandina mîrateya çandî de binesazî û qabilyeta lêkolînê ya pêwîst ji xwendekaran re peyda dike, hem ji bo xebatên li sehayên arkeolojîyê yên ku hê nehatine kolandin û hem jî li sehayên ku qada sitê ne xebatên hilberandina zanînê û lêpirsînê bên kirin arkeologan perwerde dike.

Parêzgeha Mêrdînê û derdora wê yek ji herêmên xwedî dewlemendiyên çandî yên welatê me ye. Bi cihê xwe yê taybet di nav Arkeolojiya Asyaya Nêzîk de, û bi şûnwarên arkeolojîk ên li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û Bakurê Mezopotamyayê ku ji hêla çandî ve girêdayî ye giring e. Ev yek ji alîyê pratîkên perwerdehiya xwendekarên arkeolojîyê ve hawirdoreke pir dewlemend peşkeş dike.

Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê ku di sala 2007an da hat avakirin, di sala akademik ya 2017-2018an da di bin banê Fakulteya Wêjeyê da dest bi bernameya xwe ya lîsansê ya 4 salî kir. Di beşa me de sê beş hene ku perwerdehiya Arkeolojiyê temam dikin: Arkeolojiya Berî Dîrokê, Protohistorya û Arkeolojiya Asyaya Nêzîk û Arkeolojiya Klasîk.

Xwendekarên Beşa Arkeolojiyê yên ku perwerdeya xwe ya lîsansê diqedînin nasnava Arkeolog digirin. Ew hem li hundirê welat hem jî li derveyê welat dikarin li beşên Arkeolojiyê û şaxên wê yên Restorasyon-Parastin, Antropolojî, Ziman û Çandên Kevnar, Dîroka Kevin û Dîroka Hunerê perwerdehiya lisansa bilind bibînin. Ew dikarin wekî xebatkarên pispor li Saziya Heyinên Çandî Yên Komara Tirkiyeyê û Mudurîyeta Giştî ya Muzeyan bixebitin û wekî kadroyên pispor li Muze û Lîjneya Abîdeyan li Zanîgehan wekî akademisyen, li Muzeyên Taybet, li Mudurîyeta Giştî ya Weqfan, di yekîneyên KUDEB yên Şaredariyan de, li şîrketên restorasyonê li şîrketên ku kolana arekolojîk dikin, di Enstîtuyên Zanîngeh, Dewlet an jî Weqfan de û li şîrketên muzeyadeyan de wekî lêkolîner, şêwirmend û pispor bixebitin.

T.C. Mardin Artuklu Üniversitesi Rektörlüğü