• Panelek der barê mijara “Tundiya Li Ser Jinê û Xwekuştinê”de hat li dar xistin.

 

Ji aliyê Komeleya Güneydoğum ve panela der barê mijara “Tundiya Li Ser Jinê û Xwekuştinê”de, di 18yê Çirya Paşîn a 2011an de li Hola Konferansê ya Walî Kiliçlar ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê hat li dar xistin. 

 

Axaftinên vekirinê, ji aliyê Seroka Komeleya Güneydoğumê Duygu Sucuk, Rektorê Zanîngeha me Prof. Dr. Serdar Bedii Omay, Serokşaredarê Mardînê Parêzer M.Beşir Ayanoğlu, Waliyê Mardînê Turhan Ayvaz, Parlementera Mardînê Gönül Bekin Şahkulubey û Arîkarê Wezîrê Malbat û Polîtîkayên Civakî Doç. Dr. Aşkin Asan ve hatin kirin.

 

Di axaftinên vekirinê de Prof. Dr. Serdar Bedii Omayî got ku ji aliyê pirsgirêkên jinê de mixabin Başûrê Rojhilat serî dikşîne û ev yek ji bo me cihê xemgîniyê ye. Di berdewama axaftina xwe de wî çend sedemên pirsgirêkên jinê ya li herêmê weha rêz kirin: “Şert û mercên şerê yên ev sî sal in ku mirovên vê herêmê di navbera zixta teror û rewşa awarte de mane ku nêzîkî 50 hezar kes jiyana xwe ji dest dane, bandora travmatîk a tund bûye sedem ku mirov hêviya xwe ji aştî û aramiyê bibirin, şaşiyên di rolên civakî yên ku dane li ser pişta jin û merî, têgiha namûsê tenê wek berpisiyariya jinê tê dîtin, cudatiya têkiliyên civakî yên herêma me, li cihnan qîmeta jinê bi anîna zarokan û li gor têrkirin û xizmeta mêran ve tê diyar kirin, di nav prosesa sedsalan de rewşa patolojîk a bi vî rengî û tiştên hwd. ev pirsgirêk derxistine holê.”

 

Arîkarê Wezîrê Malbat û Polîtîkayên Civakî Doç. Dr. Aşkin Asanî anî zimên ku bi awayeke berfireh ew gelek xebatan dikin da ku pêşiya tundiya li dijî jinê bigrin. Wî got ku jin ne tenê ji aliyê mêrê xwe, her weha ji aliyê bavê xwe, dergistiyê xwe, ji aliyê hevalên xwe yê nêzîk ve jî rastî tundiyê têne û di verastkirinên nû de ew vana jî li berçavan digrin.

 

Piştî axaftinên vekirinê, panel dest pê kir. Di panelê de parlamenterê Mardînê yê serdema 22.  Nihat Eri, Arîkarê Rektorê Zanîngeha Dîcleyê û Serokê Beşa Psîkîyatriyê Prof. Dr. Aytekin Sir, Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê Arîkar Doç.Dr. Zülküf Kara, ji Zanîngeha Batmanê Erkedarê Lêkolînê Halime Ünaldi û ji Zanîngeha Sîîrtê Erkedarê Hîndekariyê Fatime Yalinkiliç wek axifbêj beşdar bûn.

 

Zanîngeha Mardîn Artukluyê

 

Rêveberiya Çapemenî û Peywendiyên Bi Gel Re

 

picture

1

picture

2

picture

3

picture

4

picture

5

picture

6

picture

7

picture

8

picture

9